Maf û berpirsyariyên dêûbavan

Gava zarokeke we çêbibe, divê hûn bi lez çêbûnê ragihînin Saziya Rewşa Sîvîl. Gava hûn zewicî bin, mafê lênêrîna zarokan ji xwe bi awayekî otomatîk di zagonan de hatiye diyarkirin. Gava hûn nezewicî bin, divê hûn bi xwe li ser mafê lênêrîna zarokê rawestin.

Qeyda jidayikbûnê

Divê hûn jidayikbûna her zarokekê li ba Saziya Rewşa Sîvîl (Sivilstandamt) bidin qeydkirin. Baldar bin: Divê hûn biçin Saziya Rewşa Sivil a ciyê zaroka we lê çêbûye. Dibe ku, navê hûn biçin saziya li şaredariya hûn lê rûdinin.

Zarok li nexweşxaneyê hatiye ser ruyê erdê:
Nexweşxane belgeyan dişîne Saziya Rewşa Sîvîl. Êdî hewce nake hûn bixwe li ser rawestin.

Zarok li nexweşxaneyê nehatiye ser ruyê erdê:
Dibe ku we zaroka xwe li malê yan li ciyekî din anîbe ser ruyê erdê. Divê hûn wê demê bi xwe jidayikbûna zarokê ragihînin Saziya Rewşa Sivil. Ji bo vê 3 roj dema we heye. Saziya Rewşa Sîvîl wê ji we re bibêje, bê divê hûn kîjan belgeyan bidin wan.

Zanîna vê baş e:
Zarokeke li Swîsreyê jidayik bibe, ew ji ber vê yekê nabe Swîsrî. Ew bi awayekî otomatîkî hemwelatiya Swîsreyê nastîne.

Nasîna fermî ya bavbûnê

Hûn zewicî ne û ji we re zarokek çêbû:
Hevjînê we wê rasterast wek bav were qeydkirin. Dibe ku hevjînê we zen dike, ku ew ne bavê zarokê ye. Wê demê, ew dikare here dadgehê û bavîtiyê nepejirîne.

Hûn ne zewicî ne û ji we re zarokek çêbû:
Bavê zarokê wê bi awayê otomatîk wek bav neyê qeydkirin. Ew dikare berî yan piştî jidayikbûnê here Saziya Rewşa Sîvîl û bixwaze zarokê bigire ser navê xwe. Dibe ku bav naxwaze zaroka xwe bigire ser navê xwe. Wê demê dayik dikare serî li dadgehê bide û bixwaze, ku bav zarokê bigire ser navê xwe.

Berpirsyariya Dêûbavbûnê

Wek dê û bav, divê hûn li zarokên xwe binêrin, ku rewşa wan baş be. Ev yek maf û berpirsyariya we ye (berpirsyariya dêûbavbûnê, elterliche Sorge). Wek mînak, divê hûn zarokên xwe mezin bikin û lêçûna jiyana zarokên xwe bidin. Ji bilî van, heta zarokên we dibin 18 salî, divê hûn berpirsyariya wan a zagonî bigirin ser xwe.

Hûn zewicî ne:
Hûn her du li hember zarokên xwe xwediyê heman mafan û heman berpirsyariyan in.

Hûn nezewicî ne:
Divê destpêkê bav zarokê bigire ser navê xwe. Piştre hûn her du dikarin bi awayekî dildarî û nivîskî rave bikin, ku hûn dixwazin bi hev re zaroka xwe mezin bikin (gemeinsame elterliche Sorge). Hûn dikarin vê yekê, gava bav li ba saziya rewşa sîvîl zarokê bigire ser xwe, bikin. Yan jî hûn dikarin piştre biçin ba Rayedariya Parastina Zarokan, (Kindesschutzbehörde, KESB). Gava we ji bo mafê mezinkirina zarokê li hev nekiribe, Rayedariya Parastina Zarokan biryarê dide.
Ger pirsên we hebin an pêdiviya we bi alîkariyê hebe, hûn dikarin biçin ciyekî şêwirmendiya malbatan.

Debarî (nefeqe)

Gava hûn ji hev veqetiyayî bin, dîsa jî, divê hûn her du alî li zarokên xwe binêrin. Hûn dikarin bi hev re biaxivin, bê kî li zarokê binêre û kî çiqas pere bide (Debarî-nefeqe - Unterhalt).

Hûn her du bi hev re debariya zaroka xwe didin. Dibe ku hûn kêm an zêdetir ji aliyê din ê dêûbav bidin. An jî, dibe hûn qet nedin. Ev yek girêdayî hatineya we ye, bê hûn çiqas pere bidest dixin û çiqasî ji bo lênêrîna zarokê vediqetînin. Gava hûn bi aliyê din ê dêûbav re li hev nekin, hûn dikarin serî li dadgehê bidin.

Aliyek ji dêûbav pereyê pişka xwe nade:
Gava yek ji aliyên dêûbav pereyê pişka xwe yê ji bo zarokê nede, hûn dikarin ji şaredariya lê rûdinin alîkariyê bixwazin. Şaredariya hûn lê rûdinin alîkariya we dike, ku hûn pere bistînin. Gava we pere heq kiribe, dibe ku ew wê wek debarî (nefeqe) bidin we. Ji vê re dibêjin Alimentenbevorschussung.