Demên vekirinê / Rojên bînvedanê

Li Swîsreyê piraniya dikanan roja yekşemê girtî ne. Firoşgehên li stesyonan (Bahnhof) û neftxaneyan (benzînxane) derveyî vê ne. Rojên bînvedanê yên fermî ji aliyê kantonê ve tên diyarkirin.

Rojên bînvedanê

Rojên bînvedanê li gor zagona kar hatine diyarkirin û bi awayê hiqûqî bi rojên yekşeman re wekhev hatine hesibandin. 1ê Tebaxê roja cejna netewî (Nationalfeiertag) li giştiya Swîsreyê bînvedana fermî ye. Bi ser de her kanton dikare rojên din ên bînvedana fermî diyar bike Li kantona Basel-Stadt ev rojên li rêzê wek rojên bînvedanê tên pejirandin: Sersal (1ê Çile), Roja îna bi xêr (îna berî cejna hêkan), Cejna hêkan, Roja cejna karkeran (1ê Gulanê), Roja çûna jorê ya Îsa (pêncşema 40 rojên piştî yekşema cejna hêkan), Vegera Îsa, Roja cejna netewî (1ê Tebaxê), Noel (25ê Kanûnê), Roja Stephan (26ê Kanûnê).

Demên vekirina dikanan

Demên vekirina dikanan li gor kantonan cuda ne. Li kantona Basel-Stadt dikan dikarin ji duşemê heta înê saet ji 6.00 heta 20.00an vekirî bin. Lê dem dikare li gor her dikanê were guhertin û kintir be. Roja şemiyê piraniya dikanan ji rojên nav hefteyê zûtir tên girtin; piranî saet 18.00an. Roja yekşemê piraniya dikanan girtî ne. Dikanên li stesyonan (bahnhofan), li neftxaneyan (benzînxaneyan) an dikanên taxan bi gelemperî heft rojan vekirî ne û piranî ji yên din tevan zûtir tên vekirin û derengtir tên girtin.

Demên vekirinê yên birêvebiriya fermî

Birêvebiriya kantonê bi gelemperî ji duşem heta înê saet ji 8.00 heta 12.00an û ji 14.00 heta 17.00an vekirî ye. Hinek cî piştînîvro saet 13.30 vedibin an xwegihandina bi riya telefonê demdirjtir e. Tê pêşniyarkirin, ku xwe ji berê ve bi riya telefonê yan e-mailê bidin agahdarkirin, bê pêşwazîgeh (şalter) kengî vekirî ne.