Sazûmana siyasî

Hêza siyasî li Swîsreyê xwe li ser sê beşan parve kiriye: Dewleta Federal, Kanton (yekîneyên welêt) û Şaredarî. Hemwelatiyên Swîsreyî dikarin li ser mijarên siyasî tev li dengdanê bibin.

Federalî

Ji ber li Swîsreyê 26 kanton û ji 2000î zêdetir şaredariyên bi awayê siyasî pir serbixwe hene, mirov wek "federalî" nav lê dike. Her kantonek û her şaredariyek xwediyê sazûmana xwe ya dewletî ye. Kantona Basel-Stadt xwediyê zagona xwe ya bingehîn, parlamento û dadgehên xwe ye. Şaredarî û kanton ji gelek karûbarên dewletî berpirsyar in. Ji ber vê yekê wek mînak sazûmana xwendegehan ji kantonekê heta yeke din cuda hatiye sazkirin. Zagonên federalî ji bo giştiya Swîsreyê derbasdar in. Li kêleka wê kanton jî xwediyê zagonên xwe yên tenê li kantonê derbasdar in. Şaredarî jî dikarin rêzgirên xwe saz bikin. Hikûmeta federal, Kanton û şaredarî ji bo karibin karê xwe pêk bînin bacê distînin.

Cudabûna ji hev a hêzan

Divê hêza siyasî giraniya xwe nede ser hinek kes an saziyan. Ji bo vê hêza dewletî li Swîsreyê û li kantonan li ser sê hêzên serbixwe hatiye parvekirin: Zagonsazî (hêza zagonçêker), Birêvebirî (hêza birêvebirina zagonan), Darezgerî (hêza dadwerî).

Li kantona Basel-Stadt rayedariyên li jêr bi van erkan radibin:

  • Zagonsazî: Meclîsa Mezin (Grosser Rat) ( 100 endam, ji aliyê gel ve ji bo çar salan tên hilbijartin)
  • Birêvebirî: Desteya Birêvebir (Regierungsrat) ( 7 endam, ji aliyê gel ve ji bo çar salan tên hilbijartin)
  • Darezgerî: Dadgehên cihêreng (Gerichte) di asta kantonê de

Li Basel-Stadtê taybetiyek heye: Parlamento, hikûmet û dadgehên kantona Basel-Stadtê bi hev re ji şaredariya bajarê Baselê berpirsyar in. Her du şaredarî Riehen û Bettingen bi xwe jî xwediyê zagonsaziyekê (Legislative) Meclîsa Nişteciyan, (Einwohnnerat) û birêvebiriyekê (Exekutive) Meclîsa Şaredariyê (Gemeninderat) ne.

Di asta federalî de erka zagonsaziyê ji du meclîsan pêk tê: Meclîsa Netewî û Meclîsa Kantonî (Nationalrat und Ständerat) Birêvebiriya Netewî (7 endam) wek Meclîsa Federalî (Bundesrat) tê binavkirin. Di asta netewî de jî dadgehên cihêreng hene. Biryarên dadgehên kantonan dikarin wek mînak, wek rayedariya herî bilind ji aliyê dadgeha federalî ve were nepejirandin (temyîzkirin).

Mafên demokratîk

Swîsrî dikarin dengên xwe bidin û hilbijêrin. Ew endamên siyasî di asta federalî de û herwiha li şaredariya xwe û li kantona xwe hildibijêrin. Ew dikarin xwe jî ji bo hilbijartinê bikin namzet. Ji bilî van, dengdana gel a li ser karûbarên siyasî jî heye. Li vir hemwelatî dikarin li şaredarî, li kanton û li asta federalî biryarê bidin (demokrasiya rasterast). Hemwelatî dikarin li ser pêşniyarên xwe jî dengdanê bixwazin. Ji bo vê, divê însiyatîfeke gelêrî bidin destpêkirin. Biyaniyên li kantona Basel-Stadt rûdinin, nikarin tev li dengdanê bibin û hilbijêrin. Lê gava daxwazeke wan a siyasî hebe, ew dikarin daxwaznameyekê (Petiton) ragihînin rayedaran. Wekî din, ew dikarin di nav komisyonan, saziyên civakî yan komeleyan de cî bigirin.

Mafên bingehîn

Di Zagona Bingehîn a Federalî de (Bundesverfassung) prensîbên hiqûqî yên bingehîn ên herî bilind cî digirin. Beşeke herî girîng a Zagona Bingehîn a Federalî mafên bingehîn in, ku xwe dispêrin ser Peymana Mafên Mirovan a Ewropî (EMRK). Ew mafê hebûnî yê mirovan diparêzin, wek mînak, mafê jiyanê, mafê dayîna alîkariya di rewşên tengezar de. Û ew kesan li hember hêza dewletî yan jî komikan li hember piraniyê diparêzin. Divê ew misoger bikin, ku kesên din nikaribin ji ber welatê jê hatiye, nijad, ol, zayend an daxwazên zayendî li rastî cudakariyê werin. Mirovên li rastî cudakariya nijadperestî werin dikarin li Kantona Basel-Stadt bi awayekî belaş alîkarî û şêwirmendiyê bixwazin. Li Swîsreyê azadiya olî, azadiya ramanî û azadiya ragihandinî heye.