Dîtina malekê / xaniyekî

Piraniya mirovên li Swîsreyê dijîn di malên bi kirê de ne. Lêgerîna malan her dem ne wisa hêsan e û kirê gelekî buha ne.

Bazara mal û xaniyan

Piraniya nişteciyên li Swîsreyê di maleke bi kirê de dijîn. Ji ber erdê lêkirina avhiyan kêm e, bi taybetî li bajaran û li şaredariyên navendî zêde malên vala tine ne. Buhayê kirê bilind e. Gava mirov parek ji çaran hatineya xwe ya mehane dide kirê, ev yek ne ecêb e. Ger mirov li xaniyekî li derveyî navendan bigere, dibe ku bi fêdetir be. Malên kooperatîfên xaniyan jî bi piranî erzantir in. Lê ji bo wê, divê mirov di destpêka kirêdariyê de senedên para xwe (Anteilsscheine) bikire. Malbatên xwedî pereyê hindik, dikarin di bin mercên diyar de tibaba alîkariya ji bo kirêya xwe (Familienmietzinsbeiträge) daxwaz bikin.

Lêgerîna malekê / xaniyekî

Mirov xaniyên kirêkirinê li ser gelek malperên internetê dibîne. Li ser rojnameyên herêmî jî gelek reklamên mal û xaniyan hene. Hinek xwediyên mal û xaniyan ji bilî vê, mal û xaniyên xwe li ser depên îlanê yên navendên kirîn û firotinê yan jî li hin ciyên din dadiliqînin. Lê belê ji bo gelek mal û xaniyan daxuyaniya kirêkirinê nayê dayîn. Ji ber vê yekê fêdeya xwe heye, ku mirov ji dost û nas û xizman bipirse.

Serlêdana kirêdarbûnê

Kesên dixwazin malekê kirê bikin, divê bi gelemperî têkiliyê bi xwediyê xanî yan jî birêvebiriya milk re deynin û qewlekî serdana malê (randevuyeke serdana malê) diyar bikin. Gava mirov dixwaze ji bo malekê serlêdanê bike, divê bi gelemperî formeke serlêdanê dagire. Ji bilî vê piraniya xwediyên malan belgeyeke rewşa deyndariyê (Betreibungsregisterauszug) û agahiyên gelemperî yên li ser hatineya aborî ji bo zanibin ka dikare kirê bide yan na, dixwazin. Mirov belgeya rewşa deyndariyê ji saziya berpirsyarê deyndariyê a bi navê (Betreibungsamt) distîne. Ji bo jimareke zêde serî li kirêkirina malekê didin, tê pêşniyarkirin, ku mirov di heman demê de serlî li xaniyên cuda bide.

Kirîna malekê /xaniyekî

Biyaniyên xwediyê mafê destûra mayînde C dikarin li kantona Basel-Stadt bêsînor mal an xaniyan bikirin. Ev yek ji bo hemwelatiyên YE/EFTAyê yên xwediyê mafê destûra demborî B jî derbasdar e. Kesên ji welatên din ên xwediyê mafê destûra demborî B, ji bo piştre ew bi xwe tê de rûnin, tenê dikarin malekê yan xaniyekî bikirin. Ger kesa/kesê mal an xanî dikire plan dike, ku bi xwe li wê derê (ciyê di peymana kirînê de heye) rûnenê, wê demê ji bo kirînê pêdiviya xwe bi belgeya destûrê heye. Ji bo kirîna avayiyan di her rewşê de pêdivî bi noterê heye. Ji bo kesên xwediyê destûrên din ên mayînê (L, F) mafê kirîna malekê yan xaniyekî tine ye. Ciyê Lihevanîna Pirsgirêk û Nakokiyên Kirêdariyê (Schlichtungsstelle für Mietstreitigkeiten) agahiyên berfirehtir par ve dike.