Bêkarî

Hemû kesên di karekî de bi cî bûne li hember bêkariyê ewlekirî ne. Kî betal bimîne, bi gelemperî ji bo demeke diyar alîkariya diravî distîne. Kesên bê kar mane, divê serî li Navenda Navbeynkariya Kar (RAV) bidin. Ev der di dîtina ciyê kar de alîkariyê dide.

Sîgorteya bêkariyê

Sîgorteya bêkariyê (ALV) saziyeke dewletê ye û ji bo hemû kesên di karekî de bi cî bûne mecbûrî ye. Tibaba her meh were dayîn rasterast ji mehaneyê, mûçeyê tê qutkirin û karsaz nîvê wê digire ser xwe. Kesên serbixwe kar dikin, nikarin xwe li ba sîgorteya bêkariyê bidin sîgortekirin. Kî bê kar bimîne, ji qaseya bêkariyê mehaneyeke alîkariyê distîne (Pereyê bêkariyê). Bê kengî û çiqas zêde pereyê bêkariyê (Arbeitslosengeld) were dayîn, girêdayî faktorên cihêreng e. Wek mînak, mirov demeke çi qasî dirêj xebitiye yan ji ber çi sedemê bêkar maye.

Pêvajoya rewşa bêkariyê

A baş berî roja dawî ya kar, herî dereng roja destpêkê ya bêkarmayînê, divê mirov bi lez serî li Navenda Navbeynkariya Kar a Herêmî (Regionales Arbeitsvermittlungszentrum, RAV) bide. Li wê derê wê hemû gavên pêwîst werin ravekirin.

Navenda Navbeynkariya Kar a Herêmî

Navenda Navbeynkariya Kar a Herêmî (RAV) alîkariya we dike, ku hûn bi lez dîsa ciyekî kar bibînin. Gava mirov pereyê bêkariyê distîne, tevlêbûna axavtinên şêwirmendiyê yên li ba RAVê pêwîst e. Lê RAV kurs an bernameyên mijûlbûnê jî pêşkêş dike. Herwiha tevlêbûna beşeke ji van jî pêwîst e. Kesên hîn li Swîsreyê qet nexebitîne û li karekî digerin jî dikarin xwe li ba RAVê bidin qeydkirin. Lê ew pere nastînin.