Duçerxe (bisklêt) / bi peyatî

Bi saya tevneke riyên duçerxeyan a pir baş hatiye sazkirin, ajotina duçerxeyan li kantona Basel-Stadt pir xweş e. Gelek kesên kar dikin di çûnûhatina ser kar de duçerxeyê bi kar tînin. Ji bo kesên bi peyatî diçin û tên an derdikevin geryanê riyên taybet ên birêveçûn û gerê hene.

Birêveçûna bi peyatî yan jî bi duçerxeyê (bisiklêtê)

Basel-Stadt ji bo kesên bisiklêtê diajon û kesên bi peyatî diçin û tên balkêş û bi taybetî ewle ye. Ji bo wê gelek kes ji bo navberên kin bi siwareyan naçin û nayên. Li gelek deveran riyên taybet ên duçerxeyê yan şiverêkên ajotina duçerxeyê hene. Kesên bi peyatî diçin û tên li ba ciyên derbaseka peyayan herdem berî hemû siwareyên din (ji bilî derbasekên bi lempeya trafîkê rêzgir hatibin danîn) xwediyê mafê derbasbûnê ne. Kantona Basel-Stadt gelek riyên birêveçûn û geryanê yên di dema vala de werin kifşkirin û bikaranîn, pêşkêş dike. Riyên birêveçûn û geryanê bi tabelayên zer hatine nîşankirin.

Rêzgirên ji bo ajokarên duçerxeyan

Ji bo mirov li Swîsreyê duçerxeyê biajo, pêdivî bi nasnameyeke taybet û ezmûnekê jî tine ye. Bi gelemperî heman rêzgirên trafîkê yên wek ji bo ajokarên siwareyan hene. Ger hin rê yan şiverêkên taybetî yên duçerxeyan hebin, divê ew werin bikaranîn. Divê duçerxe (bisiklêt) li gor trafîkê be (du frênên baş, zengil, reflektorên pêş û paş û yên pedalan, lempeyên pêş û paş). Bikaranîna kumê parazteka serî ne mecbûrî ye, lê belê bikaranîna paraztekekê tê pêşniyarkirin. Kesên duçerxeyê diajon di her şertûmercî de ji bo ji xisardana (kes an tiştan) berpirsyar in, divê ji bo xwe sîgorteya berpirsyariya taybetî çêkiribin.

Hînbûna ajotina duçerxeyê

Kesên dixwazin ajotina duçerxeyê hîn bibin, dikarin tev li kursekê bibin. Kurs ji aliyê komeleya Pro Velo ve tên pêşkêşkirin. Ji bo koçber û penaberan kursên qismî taybet hene. Duçerxeyên hatine bikaranîn ên erzan li sûka duçerxeyan (Velobörsen) tên bidestxistin.

Veguheztina duçerxeyan / Birinûanîna duçerxeyan

Kesên dixwazin duçerxeya xwe di otobus an trênê de bi xwe re bibin û bînin, ji bo vê hewceyî bilêteke taybetî ne. Herdem û li her derê derfeta mirov duçerxeyê bi xwe re bibe tine ye. Hin caran, divê mirov di trênan de ciyekî ji berê ve veqetîne.