Destûrnameya mayînê û hemwelatîbûn

Ji bo demeke dirêjtir li Swîsreyê bimînin an li vir bixebitin pêdivî bi destûrnameyekê heye. Di navbera cureyên cuda yên destûrnameyên mayînê û destûrnameyên bicihbûnê de cudayî tê kirin.

Cureyên destûrnameyan

Kî di dema mayîna xwe ya li Swîsreyê de bixebite yan jî ji sê mehan zêdetir li vir bimîne, pêdiviya xwe bi destûrnameyê heye. Ev yek ji aliyê Saziya Koçberiyê ya kantonê ve (Migrationsamt) tê dayîn. Ewê di navbera cureyên mafê mayînê de biryarê bide, bê mafê destûra mayîna demkin (heta salekê), destûra mayîna demborî (heta demekê) û destûra mayîna bêdawî (ji bo herdem) û herwiha destûra mayîna kesên sînor derbas dikin, were dayîn.

  • Destûrnameya mayîna demkin L: Ev cureyê destûra mayînê ji bo kesên bi armanceke diyar li Swîsreyê demeke kin (herî zêde salekê) bijîn, tê dayîn. Piraniya hemwelatiyên dewletên-YE û EFTAyê yên dikarin di navbera sê mehan û salekê de peymana kar (Arbeitsvertrag) nîşan bidin, daxwaza vî cureyê mafê destûrnameya mayînê dikin.
  • Destûrnameya mayîna demborî B: Ev cureyê destûra mayînê ji bo kesên demeke dirêj li Swîsreyê bimînin e. Piraniya hemwelatiyên dewletên-YE û EFTAyê yên gava karibin nîşan bidin wê ji salekê zêdetir li Swîsreyê kar bikin (peymana kar-Arbeitsvertrag) daxwaza vî cureyê destûra mayînê dikin. Destûra mayînê ji bo hemwelatiyên-YE/EFTAyê ji bo pênc salan tê dayîn. Ji bo kesên ji dewletên din hatine, derbasdariya wê salek e. Piştre, divê daxwaza dirêjkirinê were kirin. Dirêjkirin wê ji bo van kesan li gor şertûmercan pêk were, wek mînak tevlêbûna kurseke almanî. Gava destûra we ya mayînê neyê dayîn, sedemên wê yên li hember dirêjkirinê werin gotin hene, wek mînak cezayên sûc an girêdayîbûna bi alîkariya civakî ve. Gava hûn ji şeş mehan zêdetir li derveyî welêt bimînin, destûra mafê mayîna we bi dawî dibe. Penaberên daxwaza wan hatine pejirandin jî destûra mayînê ya B distînin.
  • Destûrnameya mayîna bêdawî C: Mirov piştî li Swîsreyê 5 an 10 salan dimîne vê destûra mayînê distîne. Li vê derê jî şertûmercên cihêreng ên ji bo mirovên ji welatên-YE/EFTAyê û welatên sêyemîn hene. Gava hûn bar bikin, biçin derveyî welêt, destûra mafê mayîna we ya bêdawî dikare di bin şertûmercên diyar de herî zêde çar salan derbasdar be. Ji bo were nûkirin, divê serlêdanek li ba Saziya Koçberiyê were kirin.
  • Destûrnameya mayîna demkî F: Kesên serî li mafê penaberiyê dane lê wek penaber nehatine pejirandin, lê ji bo demekê destûr hatiye dayîn ku li vir bimînin, vî cureyê destûrê distînin. Divê ev destûrname her sal were nûkirin.

Nasnameya biyanî

Biyaniyên li Swîsreyê rûdinin nasnameyeke biyanî (Ausländerausweis) distînin. Cureyê nasnameyê girêdayî pîvanên cihêreng e. Kesên ji derveyî welêt hatine nasnameyeke biyometrîkk a di awayê karta krediyê de distînin. Ji bo wê di dema qeydkirinê de şopa tiliyên wan tê girtin û wêneyek tê kişandin. Ger nasname were dizîn an windakirin, divê mirov bi lez serî li polîs bide. Hûn dikarin bi gilînameya windakirinê ya ji polîsan were stendin û kopiyeke pasaporta ji welêt an kopiya nasnameyê (ji bo YE/EFTA), nasnameyeke nû li ba Saziya Koçberiyê (Migrationsamt) daxwaz bikin.

Dirêjkirin

Li gor cureyê destûra mayînê û hemwelatîbûnê, divê destûra mayînê bi navberên cuda were dirêjkirin. Gava pêdivî bi dirêjkirinê hebe, hûn formekê distînin (Verfallsanzeige). Vê formê dagirin, ji aliyê karsazê we ve bidin erêkirin û dawî tevî kopiyeke pasaporta we ya welêt an nasnameya (ji bo YE/EFTA) we, bidin Saziya Koçberiyê (Migrationsamt). Ger pirsên we hebin, Saziya Koçberiyê agahiyan dide.

Hemwelatîbûna rewa

Kesên ji deh salan û vir ve li Swîsreyê rûdinin, dikarin serlêdana bidestxistina mafê hemwelatîbûna federalî bikin. Ji bo kesên jiyana xwe ji 8 heta 18 saliya xwe li Swîsreyê derbas kirine, her salek wek du salan tê hesibandin. Ji bo hemwelatîbûnê tişta girîng a tê xwestin; tijekirina dema rûniştinê ya diyarkirî, hînbûna zimanê almanî, integrebûn û tinebûna deyn an qeyda cezayî ye.

Hemwelatîbûna hêsankirî

Hemwelatîbûna hêsankirî di bin hin şertûmercên zagonî yên diyar de, ji bo hevjînên biyanî yên hemwelatiyên Swîsreyê û ji bo neviyên dêûbavekî Swîsreyî vekirî ye. Ji bo hemwelatîbûna hêsankirî, Hikûmeta Federalî bi tenê xwe biryara hemwelatîbûnê dide.