Şopandin / tacîzkirin

Şopandin / tacîzkirin cureyekî zordariyê ye û barê wê pir giran e. Axavtina li ser wê û xwestina şêwirmendiyê girîng e.

Şopandin / tacîz çi ye?

Wateya şopandinê / tacîzê çavdêrîkirin, têkilîdanîn, şopandin, bipeyketin û acizkirina kesekê/kesekî ya zêde caran bi domdarî ye. Ev li dijî vîna kesa/kesê tê şopandin/ tê tacîzkirin e. Kesên sûcdar bi piranî kesên ji derdorê (hevjînê berê, hevjîna berê) ne lê belê kesên nenas in jî.

Wek mînak: Gelek caran şandina SMSan, mailan û peyamên din, libendemayîna li ciyê kar an li ber malê bi awayê kemîndanînê, acizkirina li ser telefonê, şandina diyariyên nayên xwestin, pirskirinên li derdora wê kesê/wî kesî.

Şopandin (tacîzkirin-Stalking) dikare xisarên bedenî û derînî bide tenduristiya qurbaniyan.

Belgekirina zordariyê

Komkirina delîlên şopandinê / tacîzê girîng e. Wek mînak rojnivîsekê li ser her yek tacîzkirin/şopandina livûtevgerên tên kirin, binivîsin (wek mînak, çi diyarî, kaxez, telefonkirin hatine), derdorê haydar û agahdar bikin (cîran, heval û nas, karsaz) û qeyda ekranê/wêneyê ekranê yê peyaman (ji WhatsApp, Facebook, û hwv.) bigirin.

Lêgerîna alîkariyê

Saziya alîkariya qurbaniyan (Opferhilfe) dikare alîkariyê bide. Kesek ji beşê dikare rewşa hiqûqî rave bike û di gavên wan ên pêşdetir de alîkariya kesên têkildar bike.

Saziya xizmeta civakî (Sozialdienst) ya polîsgeha kantonê pisporê şopandinê/tacîzkirinê ye. Kesên têkildar dikarin serî li saziya xizmeta civakî bidin.