Hevjînî

Li swîsreyê gelek awayên jiyana bi hev re ya mirovan hene. Gava hûn bixwazin bizewicin (şû bikin), divê hûn herî kêm 18 salî bin. Her du hevjîn xwediyê heman mafan in.

Jiyana bi hev re

Li Swîsreyê di dehsalên dawî de gelek guhertin pêk hatine. Gelek caran kesên dibin cot, tevî ku ne zewicî bin jî, bi hev re dijîn (Bihevremayîna bê peymana fermî-Konkubinat). Zarokên van cotan bi hev re çêkirine jî hene. Di navbera cotên wiha de parvekirina rolan a hişkehişk tine ye. Ev tê wê wateyê, ku jin û mêr di vê têkiliyê de ne mecbûr in erkên diyar bigirin ser milên xwe.

Cotên ji heman zayendê jî dikarin bi hev re bijîn, wek mînak mêrek bi mêrekî re, jinek bi jinekê re. Ew wek cotên din xwediyê heman mafan in û dikarin bi hev re bizewicin jî.

zewac / şûkirin

Hûn dikarin li Swîsreyê destpêkê ji 18 saliyê ve bizewicin. Cotên ji heman zayendê jî dikarin bizewicin: Mêrek dikare bi mêrekî re bizewice û jinek dikare bi jinekê re bizewice. Gava hûn bixwazin bizewicin, divê hûn serî li Saziya Rewşa Sîvîl a Basel-Stadt (Zivilstandsamt) bidin. Saziya Rewşa Sîvîl "pêvajoya amadekariya zewacê" dide destpêkirin. Bi vê pêvajoyê re wê zewac were amadekirin. Wek mînak sazî lê dipirse, bê her du hevjîn dikarin bizewicin. Gava pêvajo bi dawî bibe, divê hûn di nava sê mehan de bizewicin. Saziya rewşa sîvîl we li ser birêveçûna awayê pêvajoyê û belgeyên pêdiviya we pê hene, agahdar dike.

Dibe ku hevjînek hîn li derveyî welêt dijî. Divê hûn daxwaznameyekê pêşkêş bikin, ku hevjîn karibe were Swîsreyê (Amadekariya zewacê). Piştre hûn dikarin her du li vir, li Swîsreyê bizewicin (mehra xwe bibirin).

Dibe ku saziya rewşa sîvîl guman bike, da hûn zewaceke li ser kaxezê (Scheinehe) dikin. Zewaca li ser kaxezê tê vê wateyê: Hûn zewacê tenê ji bo hevjînek karibe li Swîsreyê bijî, dikin. Wê demê Saziya Rewşa Sîvîl dikare zewacê nepejirîne. Ger hûn ji xwe zewicî bin, sazî dikare vê zewacê wek nederbasdar diyar bike. Êdî zewac dîsa tê betalkirin. An jî dibe ku ji ber vê zewaca sexte, hûn mafê destûra mayîna xwe ji dest bidin.

Maf û berpirsyarî

Hevjîn li gor zagonê xwediyê heman maf û berpirsyariyan in. Hûn di zewacê de xwediyên mafên wekhev in. Divê her du hevjîn bi dilxwazî bizweicin. Di rewşa zewaca bi darê zorê de (Zwangsheirat) ji bo bizewice zor li kesekê, kesekî tê kirin. Gava rayedar bi vê yekê bihisin, ew dikarin zewacê betal bikin, ne derbasdar diyar bikin. Kesên ji bo bizewicin zorê li kesên din bikin, tên cezakirin.

Hûn hest pê dikin, ku ji bo bizewicin zor li we tê kirin? Ciyê şêwirmendiya zewaca bi darê zorê (Beratungsstelle zwangsheirat.ch) wê alîkariya we bike. Telefonkirin belaş e. Jimara televonê ev e: 0800 800 007

Plansaziya malbatî

Pirsên we ji bo plansaziya malbatî, ducanîbûn an zayendê hene? Li kantona Basel-Stadt ji bo vê ciyên şêwirmendiyê hene. Ev cî li ser gelek mijaran agahiyan didin, wek mînak bergirtin, pirsgirêkên zayendî, tenduristiya zayendî, nexweşiyên cinsî yan jî ger hûn bê daxwaza xwe ducanî bûbin. Ger hûn li hêviya zarokekê bin an zarokeke we hebe jî, ew şêwirmendiya we dikin.

Hevberdan

Hûn zewicî ne lê dixwazin hev berdin? Wê demê hûn dikarin daxwaza hevberdanê li ba Dadgeha Sîvîl a Basel-Stadt (Zivilgericht) bikin. Hûn dikarin daxwaza hevberdanê bi tenê jî bikin. An jî, hûn dikarin daxwaza hevberdanê bi hevjîna, bi hevjînê xwe re bi hev re bikin.

Hûn li derveyî welêt zewicîne? Dîsa jî, hûn dikarin li gor zagonên Swîsreyê daxwaza hevberdanê bikin. Lê ji bo vê yekê, divê hûn herî kêm salekê li Swîsreyê rûniştibin. Û divê Swîsre welatê we yê sereke yê niştecîbûnê be. Gava hûn daxwaza hevberdanê bikin, rewşa mafê mayîna we, dikare were guhertin. Dibe ku piştî hevberdanê, hûn êdî nema karibin li Swîsreyê bijîn. Hûn niha di pêvajoya hemwelatîbûnê de ne? Dibe ku piştî hevberdanê êdî hûn nema karibin bibin hemwelatiyên Swîsreyê.

Gelo hûn dikarin piştî hevberdanê li Swîsreyê bimînin? A herî baş ji ciyekî şêwirmendiyê ya ji bo hevjîn û malbatan an jî ji ciyekî şêwirmendiya hiqûqî bipirsin. Ger hûn qurbaniyên zordariya navmalê ne, wê demê rêzgirên taybet hene.