Ciyên şêwirmendiyê

Li kantona Basel-Stadtê ciyên cihêreng ên şêwirmendiyê hene. Hinek cî şêwirmendiya pirsên gelemperî dikin. Ciyên din şêwirmendiya mijarên diyar dikin. Şêwirmendiya destpêkê bi gelemperî belaş e. Gelek caran naxwaze hûn ji bo şêwirmendiya dûvretir jî heqdest bidin. Li gelek ciyan şêwirmendiya bi gelek zimanan heye.

Ciyên şêwirmendiya gelemperî

Ciyên şêwirmendiya navendî ji bo koçber û penaberan

  • GGG Migration
    Xebatkarên Saziya Koçberiyê GGG seranseriya rojê bersiva pirsên li ser mijarên cihêreng ên li Swîsreyê bi 14 zimanan didin. Dibe ku hûn li kurseke almanî yan li derfeteke ji bo integrasyonê digerin. Ji bo vê jî xebatkarên Saziya Koçberiyê GGG alîkariya we dikin. Şêwirmendî li ser telefonê yan jî rû bi rû ye. Ya baş, ji berê ve serî lê bidin. Navê hûn ji bo wê heqdest bidin.

Agahiyên mafê penaberiyê û mafê koçberiyê

  • BAS Beratungsstelle
  • Freiplatzaktion

Ciyên din ên şêwirmendiyê

  • Wekî din jî gelek ciyên şêwirmendiyê yên mirov şêwirmendiya gelemperî bistîne, hene. Hinek cî bi zimanekî derveyî almanî jî şêwirmendiya we dikin.
  • Hûn dikarin li ba komeleyên koçberan jî bi zimanê xwe agahiyên gelemperî bistînin.

Birêvebiriya kantonê / birêvebiriya şaredariyê (DE)

Gelek caran rayedarên li niştgeha we jî dikarin alîkariya we bikin, wek mînak birêvebiriya kantonê yan birêvebiriya şaredariyê. Dibe ku xebatkarên wir karibin bersiva pirsên we bidin. Yan jî ewê ji we re bibêjin, bê kîjan ciyên şêwirmendiyê dikarin alîkariya we bikin. Hûnê li ser malpera rayedaran jimarên telefonan, navnîşanên e-mailan û agahiyên din bibînin.

Ciyên şêwirmendiyê yên pispor

Li herêma Baselê gelek ciyên şêwirmendiyê yên li ser mijareke diyar şêwirmendiya we bikin, hene. Wek mînak: kalûpîrî, kar, mayîna li vir, xwendin, zewac/hevberdan, perwerde, malbat, debara aborî (deyn/butçe), tenduristî, zordariya navmalê, integrasyon, pirsgirêkên derûnî, lênêrîna pitikan, ducanîbûn, zayendî, kêşbûn, pirsên civakî. Ji bo şêwirmendiya destpêkê, pirî caran navê hûn heqdest bidin. Hûn dikarin agahiyên têkiliyên hin ciyên şêwirmendiyê yên li gor mijara hûn dixwazin, li ser malpera "Hallo Basel-Stadt" bibînin. An jî ji ciyê agahî û şêwirmendiya GGG Migration bipirsin. Xebatkarên van deran bi gelek zimanan diaxivin û ewê li ser derfetên şêwirmendiya hûn dixwazin, agahiyan bidin we.

Hûn hîn baş bi almanî naaxivin? Wê demê dibe ku li ba ciyê şêwirmendiyê pêdiviya we bi wergerekê, wergerekî hebe. Berî hûn biçin wê derê ji ciyê şêwirmendiyê bipirsin. Hinek ciyên şêwirmendiyê dikarin bi zimanên din jî şêwirmendiya we bikin. An jî ew cî dikarin ji we re keseke din, kesekî din ê ji we re wergeriyê bike, bibîne. Dibe ku divê hûn bi xwe keseke/kesekî ji we re wergeriyê bike, bi xwe re bînin.

Cudakariya nijadî

Hûn bi cudakarî yan nijadperestiyê re rû bi rû man? An jî hûn bûne çavdêrê cudakarî yan nijadperestiyê. Ciyên hûn dikarin serî lê bidin hene:

  • "STOPP Rassismus" ciyekî şêwirmendiyê yê kantona Basel-Stadt û Basel-Landschaftê ye. Şêwirmendî belaş û bawerîdar e. Hûn dikarin telefon bikin, bi xwe werin wir an şêwirmendiya online bixwazin.
  • «Netzwerk Antirassismus" gava nijadperestî yan cudakarî bi serê we de were, alîkariya we dike.
  • "Stiftung GRA" ji bo cudakariya dij-cihûtiyê şêwirmendiya we dike.