Dema vala

Li Basel-Stadt gelek derfetên balkêş ên derbaskirina dema vala hene. Bi taybetî komele girîng in. Hûn dikarin li vê derê mirovên nû nas bikin û bi hev re hin tiştan bikin.

Komele

Gelek nişteciyên Baselê endamên komeleyekê (Verein) ne. Komeleyên ji bo baldariyên cihêreng hene, wek mînak, komeleyên werzişî û komeleyên çandî. Gava hûn beşdarî komeleyekê bibin, hûn dikarin mirovên din nas bikin. Piraniya komeleyan ji hemû kesî re vekirî ne.

Derfetên ji bo ciwanan

Ciwan dikarin di demên xwe yên vala de gelek derfetên nasîna ciwanên hevtemenê xwe bi kar bînin. Ew dikarin di nav projeyekê de bi hev re bixebitin û ramanên xwe pêşkêş bikin. Kesên pispor alîkarî û piştgiriya ciwanan dikin (Jugendarbeit). Ev derfet bi gelemperî belaş in.

Geryan û çand

Hûn dikarin li kantona Basel-Stadt gelek geryanan bikin û biçin serdana çalakiyên çandî. Gelek mirov havînê di ava Rheinê de avjeniyê dikin an jî li seyrangehan seyranê dikin. Malbat hez dikin biçin baxçeyê ajalan ê Baselê. Li hawîrdorê gelek riyên xweş ên ger û birêveçûnê û ajotina duçerxeyan hene. Hûn dikarin xwe bi trênê bi lez bigihînin bajarên wek Freiburga li Breisgau an jî Strasburgê. Hûn dikarin ji Basel Tourismus agahiyên, bê kîjan geryanan bikin û dikarin tev li kîjan çalakiyan bibin, bistînin.

Ciyên hevdîtinê yên taxan

Ciyên hevdîtinê yên taxan (Quartiertreffpunkte) ji bo hemû mirovan vekirî ne. Derfetên ji bo malbatan, ji bo kalûpîran û ji bo mirovên kêm bi almanî diaxivin, hene. Hinek ciyên hevdîtinê navendên ji bo malbatan in. Li vê derê hevdîtina vekirî ji bo dê û bavên xwedîzarok heye. Ciyên hevdîtinê yên taxan di jiyana rojane de şêwirmendî û alîkariya we dikin. Hûn dikarin li ciyên hevdîtinê yên taxan ji bo şahiyên malbatî û pîrozbahiyên din odeyan kirê bikin.

Kar û xebata dildarî

Hûn bi kar û xebata dildarî (Freiwilligenarbeit) alîkariya mirovên din û jîngehê dikin. «Dildarî» tê wateya, ku hûn ji bo wê pere nastînin. Li Swîsreyê gelek karûbar bi taybetî li komeleyan bi dildarî tên kirin. Gelo karê dildarî bala we dikişîne? Hûn dikarin xwe li komeleyekê ji bo gelek mijaran pêşniyar bikin, wek mînak ji bo çand, werziş, çalakiyên civakî, xwendin, parastina ajalan, parastina jîngehê yan jî tenduristî.

Hûn dikarin li vir agahiyên ji bo xebatên dildarî û tevlêbûnê bistînin:

  • Ciyê pisporî yê ji bo karê dildarî GGG Benevol
  • Xaça Sor a Swîsreyî ya Basel-Stadt (SRK)
  • Karîtas (Caritas) a her du Baselan

Agahiyên tevlêbûnê yên qada penaberî û koçberiyê:

  • Ciyê koordinasyonê yê ji bo karê dildarî li qada penaberiyê (KOFF)
  • Alîkariya penaberî ya Swîsreyî

Erzankirinên di çalakiyên werziş, çand û perwerdeyê de

Nasnameya “KulturLegi” ji bo mirovên kêmpere ye. Gava KulturLegi ya we hebe, hûn ji bo çalakiyên di qada werziş, çand û perwerdeyê de hindik pere didin. Hûn dikarin KulturLegi li ba Karîtasê (Caritas) bidin çêkirin. Karîtas li ser vê agahiyê dide we û lê dinêre bê hûn dikarin KulturLegî bistînin. Ji bilî vê Karta Malbatî (Famillienpass) û Karta Malbatî-zêdetir (FamilienpassPlus) heye. Ev her du kart (pass) ji bo malbatên li Bakurrojavayê Swîsreyê rûdinin tên dayîn. Ji bo zarok, ciwan û gihiştiyên ciwan gelek erzaniyên din û derfetên belaş jî hene, wek mînak «miftereng» (colourkey) an jî karta bînvedanê (Ferienpass). Bi KulturLegi, Familienpass an jî colourkey gelek derfetên erzantir hene. Hûn dikarin agahiyên zêdetir li ser internetê bibînin.