Lênêrîna zarokan / Mayîna li ber zarokan

Gelek dayik û bav piştî jidayikbûna zarokê jî dixebitin. Ji ber vê yekê li kantona Basel-Stadt ji bo lênêrîna zarokan derfetên taybetî hene. Ji bo piraniya derfetan, divê hûn lêçûna wê bidin.

Ciyê lênêrîna zarokan a rojane

Li ciyê lênêrîna zarokan a rojane wê seranseriya rojê li zarokên we binêrin. Navê ciyê lênêrîna zarokan a rojane bi kinayî Kîta ye. Piraniya Kîta ji sê saliya zarokê heta destpêkirina xwendegehê li zarokan dinêrin. Hinek Kîta li zarokên diçin xwendegehê jî nîvro û piştî xwendegehê dinêrin.

Ji ber lîsteya libendemayînê pir dirêj e, divê hûn zaroka xwe pir ji zû ve bidin qeydkirin. Buhayê Kîtayan cihêreng e. Hinek şaredariyên hûn lê rûdinin, ji bo hinek Kîtayan qismek ji buhayê wê didin. Hûn dikarin ji Kîta û ji şaredariya xwe bipirsin, bê buhayê wê çendî ye û hûn çawa dikarin zaroka xwe bidin qeydkirin.

Komên lîstikan

Gelek zarok berî dest bi xwendegehê bikin, tev li komeke lîstikan (Spielgruppe) dibin. Zarok li nav koma lîstikan derdora sê salan bê dêûbavê xwe tên ba hev. Lênêreke jin a xwende bi zarokan mijûl dibe. Wek mînak zarok karên bi dest dikin û bi hev re dilîzin. Koma lîstikan bi dildarî ye.

Zaroka we li malê bi almanî naaxive? Wê demê, ew dikare li nav koma lîstikan dest bi hînbûna almanî bike. Bi vê riyê, gava ew dest bi xwendegehê bike wê hînbûn ji zaroka we re hêsantir be.

Lênêrîna rojane / sifreya nîvro

Li hemû xwendegehên seretayî û navîn li avayiya xwendegehê yan jî pir li nêzî wê lênêrîna rojane (Tagesstrukturen) heye. Lênêrîna rojane tê wateya, ku zarok wê nîvro li xwendegehê bimîne û wê firavînê li wir bixwe. Piştî xwendegehê kesek li zarokan dinêre û zarok dikarin li wir karê xwe yê malê çêkin.

Hûn dixwazin zaroka we biçe lênêrîna rojaneyê? Wê demê, divê hûn buhayê wê bidin. Buhayê wê girêdayî rewşa we ya aborî ye. Zarok dikare di hefteyê de rojekê yan gelek rojan biçe ba lênêrîna rojaneyê.

Malbatên lênêrîna rojane

Hûn dikarin zaroka xwe deynin ba malbateke lênêrîna rojane jî. Malbateke lênêrîna rojane (Tagesfamilie) malbatek e, ku zarok seranseriya rojê yan jî berî û piştî xwendegehê li ba wê dimîne. Ciyên navbeynkariyê ji bo dîtina malbateke lênêrîna rojane ya li gorî we, alîkariya we dikin. Ciyên navbeynkariyê li ser buhayê asayî yê malbateke lênêrîna rojane jî agahiyan didin we.

Lênêrîna pitikan / Rewşên lezgîn

Li Swîsreyê ciwan jî dikarin êvaran an dawiya hefteyê wek lênêrên pitikan bixebitin. Ciwan ji bo wê pere distînin. Lîsteyeke Xaça Sor a Swîsreyê ya Basel-Stadt (SRK) ya navê cihên navbeynkariyê yên ji bo lênêrên pitikan, ku berê tev li kursekê bûne, heye.

Lênêrîna zarokan a di rewşên lezgîn de
Dibe ku rewşeke lezgîn hebe û pêdiviya we bi lez bi keseke li zaroka we binêre çêbibe. Wek mînak: Divê hûn an hevjîna we, hevjînê we biçin nexweşxaneyê û keseke li ber zaroka we bimîne tine ye. Lênêrîna zarokê ya rewşa lezgîn a Xaça Sor a Swîsre ya Basel-Stadt (SRK) heye. Divê hûn ji bo lênêrînê buhayê wê bidin. Lê belê hinek sîgortayên tenduristiyê buhayê wê digirin ser xwe.