Zarok

Zarokên li malê li rastî zordariyê tên, hewceyî alîkariyê ne.

Zordariya navmalê li ser zarokan şopên xwe dihêle

Gava zarok li malê li rastî zordariya navmalê tên, ev yek li ser pêşveçûna wan bandorên neyînî dike. Ev yek gava zordarî rasterast li zarokê neyê kirin jî bandorê dihêle.

Hin zarok êşê bêdeng dikişînin, yên din diyardeyên cihêreng nîşan didin. Wek mînak: Zehmetiyên li xwendegehê, şilkirina bin xwe/nivîna xwe, serêşî, xerabûna awayê xwarin an xewê, pirsgirêkên danûstendina bi zarokên din re yan jî hêrsbûn/êrîşkarî.

Ev cî alîkariya zarokan dikin

Alîkariya qurbaniyan (Opferhilfe) şêwirmendiya zarok û ciwanan dike, gava ew li rastî vê zordariya navmalê werin. Li vir agahiyên zêdetir ên alîkariya qurbaniyan hene.

Xizmeta zarok û ciwanan KJD (Kinder- und Jugenddienst KJD) ya beşa birêvebiriya perwerdehiyê bi pêşvebirineke tendurist alîkariya zarok û ciwanan dike. Zarok û ciwan li wê derê alîkariyê dibînin, wek mînak ji bo nakokiyên malbatî.

Zarok dikarin çi bikin?

Ji bo zarokên li malê li rastî zordariyê tên, girîng e, bi keseke/ bi kesekî ji derveyî malbatê re li ser vê yekê were axavtin. Wek mînak: Mamoste, xebatkarên civakî yên xwendegehê, dêûbavên hevalan an jî cîran.

Mirov dikare bi şev û roj telefonî saziya Pro Juventute bike. Kesên li wir kar dikin, axavtina we ji ti kesên din re nabêjin. Ewê li we guhdarî bikin û di lêgerîna çareseriyan de alîkariya we bikin. Telefonkirina Pro Juventute belaş e. Naxwaze li wir nav were gotin. Mirov dikare bi riya SMS, chat û mailê jî xwe bigihîne Pro Juventute.