Hînbûna almanî

Hûn dikarin di kurseke almanî de almanî baş hîn bibin. Ji bo almanî gelek kursên cihêreng hene.

Derfet

Ji bo almanî gelek kursên cuda hene. Wek mînak:

  • Gava zarokên we yên biçûk hebin, biçin kurseke ku libermayîna zarokan hebe.
  • Dibe ku hûn tîpên latînî hîn nas nakin an pirsgirêka we bi xwendin û nivîsandinê re heye. Wê demê tev li kurseke nasîna alfabetê (Alphabetisierungskurs) bibin.

Hûn dikarin li vir xwe agahdar bikin, bê kîjan kurs hene û kurs bi çendî ne:

  • Ciyê beşa perwerdeya gihiştiyan (Fachstelle Erwachsenenbildung)
  • GGG Migration

Astên ziman

Ji bo mirov zanibe, bê kesek çendî bi almanî baş diaxive, mirov dikare li gor Çarçoveya Pêşniyarên Hevbeş ên Ewropî” bipîve. Nivîsîna wê ya bi kinayî GER e. GER pîvaneke ji bo zimanzaniyê ye û ji şeş astan pêk tê: A1, A2, B1, B2, C1 û C2. Ger hûn xwediyê asta A1 yan A2 bin, hûn xwediyê zimanzaniya almanî ya bingehîn in. Gava hûn bigihêjin asta C1 yan C2, hûn gelekî bi pêş dikevin.

  • Hûn dixwazin xwendineke pîşeyî ya li Swîsreyê fermî were nasîn bikin? Wê demê pêdiviya we bi asta B1 yan jî B2 heye.
  • Gava hûn bixwazin li zanîngehekê bixwînin, pêdiviya we bi asta C1 yan jî C2 heye.

Fînansekirin

Hûn nû hatine Baselê û we mafê destûra mayînê ya B stendiye? Wê demê wê kûponeke ji bo kursa almanî bidin we. Hûn dikarin belaş tev li 80 dersan bibin. Hûn dikarin vê kûponê li ba xwendegeheke ziman a ji aliyê kantonê ve fermî ye bi kar bînin. Kûpon piştî hatina we heta 12 mehan derbasdar e.

Hûn dixwazin piştre jî tev li kurseke almanî bibin? Wê demê, divê hûn ji bo wê pereyan bidin. Buhabûna kursan cihêreng e. Ya baş buhayên wan bidin ber hev. Kanton Basel-Stadt bi dayîna tibabeke pere piştgiriya hinek kursan dike. Hûn ji bo van kursan hindik pere didin.