Dîtina kar

Gava mirov bi welatên din re bide ber hev li Swîsreyê tenê hinek bêkar hene. Lêbelê hewcedariyên kesên li kar digerin zêde ne. Bawername û dîplome xwediyê wateyeke mezin in. Zanîna almanî hema hema ji bo her ciyî pêdiviyeke girîng e.

Şarezayî

Li Swîsreyê bidawîanîna pîşeyî, dîplome û perwerdeyên wirdetir hema hema ji bo hemû pîşeyan pir girîng in. Dîplomeyên welatên din herdem nayên naskirin. Gava mirov li kar digere referansa karsazên berê jî pir girîng e. Ji bo gelek ciyên kar zanîna almanî dixwaze.

Dîtina ciyê karkirinê

Mirov dikare derfetên ciyên karkirinê di rojnameyan de û li ser malperên cihêreng ên înternetê bibîne. Li kêleka wê, buroyên taybetî yên navbeynkariya ciyên karkirinê hene. Navendên navbeynkariya kar ên herêmî (RAV) yên fermî dikarin di lêgerîna ciyê kar de alîkariya we bikin. Li wê derê kompûter û rojname hene û xebatkar şêwirmendiya kesên li ciyên kar digerin, dikin.

Serlêdana kar/karname

Ji bo ciyekî kar, mirov bi gelemperî bi nivîskî bi riya e-mailê yan li ser internetê serlêdanê dike. Ji bo serlêdanekê herî kêm, divê kurtejiyan, nameya motîvasyonê û ger derfet hebe bawernameyên xwendinê, dîplome û bawernameyên karkirinê werin pêvekirin. Gava serlêdana we bala kesên kar didin bikişîne, ewê we vexwînin axavtineke xwedanasîna kesane. Gelek ciyên cuda ji bo amadekirina serlêdana kar alîkariya belaş didin.