Zordariya navmalê çi ye?

Zordariya navmalê (Häusliche Gewalt) zordariya di nav malbatê de yan di navbera hevjînan de ye. Ew bedenî û ruhî diêşîne. Gelek cureyên zordariya navmalê hene. Zordariya navmalê li Swîsreyê qedexe ye.

Zordariya navmalê çi ye?

Zordariya navmalê zordariya di nav malbatê de yan di navbera hevjînan de ye: Li navbera hevjînên zewicî yan li navbera kesên bi hev re dijîn an jiyane. Ev ne girêdayî ye, bê hûn niha bi hev re dijîn. Lê belê zordariya di navbera dêûbav û zarokan de yan di navbera xwişkûbirayan de jî zordariya navmalê ye.

Zordariya navmalê dikare nexweşiyên derûnî û psîkosomatîk (bandora zîhnî ya li ser bedenê) bi xwe re bîne. Zordariya navmalê bi taybetî pêşdeçûna tenduristî û civakî ya zarokan dixe nav xetareyê. Zarokên bi awayekî nerasterast li rastî zordariya navmalê tên jî ji vê bandor dibin.

Bandor li ser kê dibe?

Bandora zordariya navmalê dikare li ser hemû mirovan bibe: mirovên ciwan û kalûpîr, kesên bi nasname yan bê nasnameya Swîsrî, malbatên dewlemend û yên feqîr. Li Swîsreyê gelek mirov dibin mexdûrê zordariya di nav malbatê de yan hevjînên (demeke berê) xwe. Stendina alîkariyê ya kesên bibandorbûyî, girîng e.

Awayên cihêreng

Awayên cihêreng ên zordariya navmalê hene: Zordariya bedenî, derûnî, zayendî û aborî. Bi piranî awayên cihêreng ên zordariyan di heman demê de tên.

Wek mînak: Erzşikandina berdewamî, hakareta domdar, qedexekirina têkiliyan, asêkirina di hundir de, dehfdan, kontrolkirin, zorlêkirina nav nivînê, jêstendina pereyan, qedexekirina hînbûna zimanekî, guhnedana zarokan, îhmalkarî. Gef û çavtirsandin jî zordariyên nav malê ne.

Zordariya nav malê qedexe ye

Zordariya navmalê qedexe ye. Kesên zordariyê dikin wê werin darezandin. Gava polîs bi zordariya navmalê bihise, divê lêpirsînê bike. Ger kesên li rastî zordariyê hatine nexwazin jî, divê ew lê bikole.

Şêwirmendiya bi riya Saziya Alîkariya Qurbaniyan

Saziya Alîkariya Qurbaniyan/Mexdûran (Opferhilfe) şêwirmendî û agahdariyê dide kesên di nav malbatê de yan di dema hevjîniyê (berê jî) de li rastî zordariyê hatine. Ev alîkarî belaş e. Bi kesên pisporên beşê re bi hev re, mirov dikare gavên piştre werin plan bike.

Xebatkarên vê saziyê sûndxwarî ne. Ev tê wê wateyê, ku ew li ser axavtina we nikarin agahiyan bidin ti kesên din. Heta nikarin bidin polîsan jî.