Trên, otobus û tram

Li Swîsreyê çûnûhatina giştî (veguheztina giştî) pir baş hatiye avakirin. Mirov dikare bi awayekî pratîkî bi riya trên, otobus an traman xwe bigihîne her ciyî. Navgînên veguheztinê di dema xwe de û bi navberên birêkûpêk diçin û tên.

Çûnûhatina giştî / Veguheztina giştî

Veguheztina giştî (ÖV) li Swîsreyê xwediyê cihekî giranbuha ye. Hema hema di saetê de gelek caran çûnûhatina her ciyekî heye. Gelek kesên diçin û tên trên, otobus an traman bi kar tînin. Siwarbûna van bi rastî buha ye lê derfetên cihêreng ên erzaniyê hene. Çêkirina abonmentekê yan kirîna kartên erzaniyê bifêdetir e. Bi abonmenta erzan a halbtaksê (Halbtaxabonnement) wek mînak, mirov li giştiya Swîsreyê nîvê heq dide.

Bilêt û abonment

Kesên dixwazin li trênê siwar bibin, divê berî siwarbûnê bilêtekê (Billett) bikirin. Di trênê de bilêt nayên firotin. Firotina bilêtan di otobus û traman de bi awayekî cudatir hatine sazkirin. Li her stesyona (bahnhof) SBB û li piraniya rawestgehên otobusan otomatên kirîna bilêtan hene, li stesyonên mezin (bahnhof) şalterên xizmetê didin jî hene. Lê bilêt dikarin online yan jî bi riya telefona dest jî werin kirîn.

Ji bo kesên gelekî diçin û tên, abonmentên cihêreng hene. Ev ji bo çûnûhatina xetekê, ji bo çûnûhatina herêmekê yan jî ji bo çûnûhatina giştiya Swîsreyê abonmenta giştî (Generalabonnement) heye. Zarokên heta 6 salî belaş siwar dibin. Zarokên heta 16 salî gava karta siwarbûna bi hev re ya ciwan (Junior) an zarok (Kinder) hebe, bi dêûbavê xwe û dapîrûbapîrên xwe re hema hema belaş siwar dibin. Agahiyên li ser bilêt û abonmentan dikare ji Stesyonên Şivên Trênê yên Federal ên Swîsreyê (SBB) an jî şîrketên çûnûhatinê werin bidestxistin.

Saziya tarîfê ya bakurêrojavayê Swîsreyê TNW

Saziya Tarîfê ya Bakurêrojavayê Swîsreyê TNW, tarîfên taybetî yê bilêtan, abonmentan û kartên rojane li Baselê û hawîrdora wê pêşkêş dike. Herêma ku TNW digihîne hev, dabeşî gelek deveran bûye. Kesên gelek caran bi tram, otobus û trênên navherêmî li Bakurêrojavayê Swîsreyê diçin û tên, dikarin U-Abo bistînin. Ev yek ji bo giştiya herêma TNW digihîne hev û ciyên nêzî sînor ên derveyî welêt derbasdar e. Pêdiviya kesên derkevin derveyî herêmê, bi bilêteke cudatir heye.

Kartên rojane yên şaredariyan

Kesên çûnûhatineke dirêj li hundirê Swîsreyê plan kirine, dikarin ji gelek şaredariyan daxwaza karteke rojane (Gemeindetageskarte) bi buhayekî erzantir bikin. Lêbelê ev derfet bi sînor e. Divê mirov ji demeke berê ve vê kartê veqetîne yan bikire. Agahiyên li ser vê, ji aliyê saziya niştgehê yan birêvebiriya şaredariyê ve tên dayîn.

Tevna şevê / Çûnûhatina bi şev

Dawiya hefteyê (şeva înê digihîne şemiyê û şeva şemiyê digihîne yekşemê) li hundirê Basel-Stadtê û li hawîrdora wê ya nêzîk heta derengiya şevê jî çûnûhatina tram, otobus û trênan heye. Ji bo tevna şevê ya TNWê buhayekî zêdetir nayê xwestin.