Sazûmana tenduristiyê

Li Swîsreyê sazûmana tenduristiyê pir baş hatiye avakirin. Hemû niştecî bi awayekî berfireh û pêwîstî li hember qeze û nexweşiyê hatine ewlekirin (sîgorte). Jimareke pir a mûayenexane, dermanfiroş û nexweşxaneyan, karê sehkirin û tedawîkirinê ewle dikin.

Sazûmana ewlehiyê/sîgorte

Li Swîsreyê, divê hemû niştecî li hember qeze û nexweşiyan werin ewlekirin (sîgortekirin). Kî bikeve welêt, divê di nav sê mehên pêşî yên piştî hatina xwe de sîgortayê çêke. Divê zarok piştî jidayikbûnê, di nava sê mehan de werin sîgortekirin. Xizmetên sîgorteyên pêwîst di zagonan de hatine diyarkirin. Hemû kesên sîgortekirî xwediyê mafê heman sehkirina bijîjkî ne.

Debarî / Fînansekirin

Sazûmana tenduristiyê ya Swîsreyê bi awayekî hevbeş ji aliyê dewlet (Konfedere, Kanton, Şaredarî), karsaz û kesên taybet ve tê fînansekirin. Kesên taybet ji bo sîgorteya tenduristiyê û sîgorteya qezeyê tibabeke mehane ya prîma sîgortayê didin. Ev her sal tê tespîtkirin û li her kantonekê cudatir e. Kî nexweş bikeve yan qezeyekê bike, divê ew bi xwe jî tev li mesrefê bibe (Franchise û para xwe bide, Franchise und Selbstbehalt). Lê li vê derê sînorekî tibaba herî zêde ya salane heye.

Werger / tercume

Gava mirov pêwîst dimîne bi zimanekî biyanî bi bijîjkan, dermanfiroşan an hemşîreyan re bideûbistîne, ne hêsan e. Ji ber vê yekê hinek nexweşxane wergeriya belaş bi riya wergerên navçandî yên bi taybetî hatine perwerdekirin, pêşkêş dikin. Divê nexweş di demê de xwe li ser vê yekê agahdar bikin. Hûn dikarin ji bo serdana bijîjk an rewşên din kesên wergerê dikin veqetînin. Lê wê demê, divê hûn bi xwe heqdestê wan bidin.