Sazûmana perwerdeyê

Li Swîsreyê mirov dikare her dem hin tiştan hîn bibe û xwe wek kesane bi pêş de bibe. Bidawîanîna xwendina ji bo pîşeyekî bi taybetî girîng e. Kî xwendina xwe ya pîşeyî bi dawî bîne, ew dikare piştre li ser vê xwendinê bidomîne yan jî li xwendegeheke bilind bixwîne.

Avahî / Berpirsyarî

Li Swîsreyê sê astên perwerdeyê yên li ser hev tên avakirin hene.

  • Xwendegeha mecbûrî (Volksschule: Kindergarten, Primarschule und Sekundarstufe I)
  • Perwerdeya bingehîn a pîşeyî yan jî xwendegeha navîn (Sekundarstufe II)
  • Xwendegehên beşê yên bilind / zanîngeh û perwerdeya bilindtirîn a pîşeyî (Tertiärstufe)

Saziyên giştî yên fermî li ser bidawîkirina xwendinê radiwestin: Konfedere, kanton û şaredarî erk û berpirsyariyan par ve dikin. Ji ber vê yekê li kantonan xwendegeh û sazûmanên xwendegehan ên cihêreng hene.

Xwendina mecbûrî

Li kantona Basel-Stadt xwendegeha mecbûrî 11 salan didome. Ev tê vê wateyê: Divê zarok seranseriya 11 salan herin xwendegehê. Gava zarok bibe 4 salî dema xwendegehê dest pê dike. Gava zaroka we nikaribe here xwendegehê, divê hûn vê yekê bi lêborîn ragihînin xwendegehê. Gava zarok bê agahî û bê lêborîn neyên xwendegehê, dêûbav dikarin werin cezakirin.

Zarokên temenê wan heta 16 salî yên nû hatine Baselê, dikarin biçin xwendegeha mecbûrî. Ciwanên ji 16 salan mezintir ên nû hatine Baselê, dikarin biçin Navenda Agahdariya Pîşeyî (Berufsinformationszentrum, BIZ). BIZ agahiyê dide wan, bê ciwan dikarin kîjan pîşe û xwendinê bikin.

Perwerdehiya piştî xwendegeha mecbûrî

Piştî xwendegeha mecbûrî ciwan perwerdeya xwe bi dawî tînin. Gelek ciwan ji bo perwerdeyeke bingehîn a pîşeyî biryara xwe didin. (Perwerdeya pîşeyî, Berufslehre) Bi vê yekê re ew dikarin piştre xwendineke pîşeyî ya bilindtir bikin (höhere Berufsbildung). Ciwan dikarin di dema xwendinê de yan paş xwendinê matûra pîşeyî (Berufsmaturität) bixwînin. Bi vê yekê ew dikarin piştre biçin xwendegeheke bilind a beşê (Fachhochschule). Hema hema ji sedî 20ê ciwanan matûrayeke lîseyê (matûra lîseyê, gymnasiale Maturität) dikin. Bi vê yekê, ciwan dikarin li zanîngehê bixwînin.

Alîkarî / Bûrs

Ji bo kesên kêmpere alîkarî (Stipendien) tê dayîn, ji bo karibin xwendina xwe bi pêşdetir bibin û xwendina pîşeyî bi dawî bikin. Wê demê piştî xwendina mecbûrî pere ji bo bidawîkirina xwendinê tê dayîn. Ger hûn ji welatekî din jî hatibin û li Basel-Stadt rûdinin, dibe ku hûn alîkariyekê bistînin. Lê ev yek girêdayî, welatê hûn jê hatine û demdirêjiya jiyana we ya li Swîsreyê ye. Saziya alîkariya diravî ya ji bo xwendinê dide (Amt für Ausbildungsbeiträge) ya rêvebiriya kantonan agahiyên zêdetir dide.