Alîkariya kesên zordarî pêk anîne

Kî bi awayê bedenî û ruhî êşê bide, divê ew berpirsyariyê bigire ser xwe û alîkariyê bistîne. Mirov dikare bi tevlêbûna şêwirmendiyan hînî guhertina liv û tevgerên xwe bibe.

Ezê alîkariyê li ku bibînim?

Mirov di bernameya hînbûna li hember zordariya navmalê de hîn dibe, nakokiyan bê zordarî çareser bike. Ev derfet ji bo mezinan e. Derfeta wergeriyê jî heye. Serlêdan dikare li ser jimara 061 267 44 90 an jî e-maila haeusliche-gewalt@jsd.bs.ch were kirin. Tevlêbûn belaş e.

Derfetên din ên alîkariyê:

  • Şêwirmendiya nakokiyên zordariya navmalê, 061 267 00 26, www.bdm.bs.ch (DE)
  • Buroya mêran a herêma Baselê, 061 691 02 02, www.mbrb.ch (DE) Heqdestê şêwirmendiyê girêdayî rewş û derfetên aborî yên kesên li şîretan digerin e.

Pêdiviya kê bi axavtina lezgîn hebe, ew dikare têkiliyê bi saziya Destê Alîkariyê (Dargebotene Hand) re deyne (Telefon, peyama nivîskî, chat, mail). Hema her gavê hin kes li wir hene. Bi şevê jî hene. Mirov dikare bê gotina navê xwe jî serlêdanê bike (anonim-veşartî).