Deyn

Gava mirov fatûreyan di demê de nede, ev yek dikare pirsgirêkên cidî bi xwe re bîne. Di hebûna pirsgirêkên fînansî de, ciyên şêwirmendiya deynan alîkariyê pêşkêş dikin.

Bibîranîn û doza stendina deynan

Ji kesên fatûreya xwe di demê de nedin re, bi gelemperî bibîranîna yekem û ya duyem (Mahnung) tê. Lê belê her dem derfeta kesên bi deyn dane, heye ku doza stendina deynê xwe (Betreibung) bidin destpêkirin. Di rewşeke wisa de fermannameyeke dayîna deynan ji saziya berpirsyariya deynstendinê (Betreibungsamt) digirin. Mesref jî li ser zêde dibin. Kesên xwediyê nêrîna, nemafdarbûna doza deynstendinê ne, dikarin bi pêşniyara hiqûqî (Rechtsvorschlag) li ba saziya stendina deynan li dij dozê derkevin. Baldarî: Doza stendina deynan dikare bibe sedema desteserkirina mûçe/mehane yan jî tiştên bi qiymet. Ji bilî vê doza stendina deynan wê di belgenameya deyndariyê (Betreibungsregister) de were diyarkirin (ger mirov di dawî de deyn dabe jî). Ev yek berî her tiştî dikare di lêgerîna mal û xaniyan de pirsgirêkê derxîne.

Deyn

Ger xemên we yên fînansî û deynên we hebin, hûn dikarin serî li ciyê şêwirmendiya deynan bidin (Schuldenberatungsstelle). Li wê derê, mirov alîkariyê distîne. Kesên pispor bi kesên şîretan dixwazin re bi hev re li rewşê dinêrin û li çareseriyekê digerin. Rêxistiniya Carîtasê bi riya telefonê şêwirmendiyeke bê nav dide: “SOS-deyn” xeta şêwirmendiyê Telefon 0800 708 708 (belaş). Li gor daxwazê berê mirov didin ciyekî din ê şêwirmendiyê jî. Mirov alîkarî û agahiyên din ên bikêrhatî li ba ciyê şêwirmendiyê yê bi navê Plusminus distîne.