Nasnameya ajotinê (Ehliyet)

Ji bo mirov karibe li Swîsreyê siwareyê yan motorê biajo, pêdiviya mirov bi nasnameyeke ajotinê ya derbasdar heye. Divê ehliyetên ajotinê yên welatên biyanî piştî hatina Swîsreyê werin pêguherandin.

Nasnameyên ajotinê yên welatên biyanî

Kesên werin Swîsreyê û xwediyê nasnameyeke ajotinê bin, divê di nav 12 mehan de bi nasnameyeke ajotinê ya Swîsrî (Führerausweis) bidin guherandin. Ji bo vê, divê serlêdanek li ba Saziya Sehkirina Siwareyên bi motor a Basel-Stadt (Motorfahrzeugkontrolle) were kirin. Li gor her welatê nasnameya ajotinê jê hatiye stendin, şertnameyên cuda yên pêguherandinê hene. Dibe ku pêwîstî bi ezmûneke ajotinê hebe, yan jî divê ajokar di ezmûneke teorîkî ya Swîsrî re derbas bibe. Agahiyên berfirehtir, Saziya Sehkirina Siwareyên bi motor a Basel-Stadt par ve dike.

Ezmûna ajotinê

Ji bo li Swîsreyê nasnameyeke ajotinê were bidestxistin, pêdivî bi ezmûnekê heye. Ezmûna ajotinê ji beşeke teorîk û beşeke pratîk pêk tê. Tenê kesên di ser 17 salî re dikarin tev li ezmûnê bibin. Li ser şertûmerc û prosedura tê xwestin saziya sehkirina siwareyên bi motor agahiyan dide. Ji bo ajotina siwareyên bar (qemyon), otobus û teqsiyan pêdivî bi ezmûnên taybet heye.