Ducanîbûn / zarokanîn

Divê jinên ducanî mesrefên muayeneyên pêwîst bi xwe nedin. Mesrefa zarokanînê jî wê ji aliyê sîgorteya bingehîn ve were dayîn. Berî zarokanînê û piştî wê, dêûbav dikarin şêwirmendiya belaş bixwazin.

Xizmetên ducaniyê û zarokanînê

Mesrefên xizmetên bijîjkiyê yên girêdayî ducaniyê an zarokanînê wê Sîgorteya bingehîn (Grundversicherung) bigire ser xwe. Muayene û sehkirinên birêkûpêk ên berî zarokanînê, zarokanîn bi xwe û lênêrîna hewce ya piştre hemû girêdayî sîgorteya bingehîn in. Divê jinên ducanî di demeke pêş de serî li bijîjkekê/bijîjkekî yan pîrikekê (hemşîreya alîkariya zarokanînê dike) bidin. Nexweşxane û pîrik jî, kursên amadekariya zarokanînê (Geburtsvorbereitungskurse) pêşkêş dikin. Ji bo koçberan kursên taybetî hene. Zarokanîn dikare li nexweşxaneyê, li zayînxaneyê an li malê pêk were.

Piştî zarokanînê

Li Swîsreyê xwestina dayikûbavan a şêwirmendiya piştî zarokanînê ji rêzê ye. Ji bo vê ciyên şêwirmandiya dêûbavan (Elternberatungsstelle) heye. Ev agahiyan li ser mezinkirin, bixwedîkirin û lênêrîna pitikê dide. Şêwirmendî belaş e. Li ser muyeneyên piştre yên ji bo dayik û pitikê hewce ne, bijîjk an pîrik agahiyan dide. Çêkirina sîgorteya nexweşî û qezeyê (Grundversicherung, Unfallversicherung) ya herî dereng piştî sê mehên çêbûna zarokê pir girîng e. Ya baş mirov van sîgorteyan berî çêbûna zarokê bide çêkirin.

Derzî

Tê pêşniyarkirin, ku di dema xwe de li hember nexweşiyên diyar derziyên hewce li zarokê bidin. Lêbelê derzîlêdan ne mecbûrî ye. Bi gelemperî sîgorteya bingehîn mesrefên derziyên tên pêşniyarkirin digire ser xwe. Bijîjkên zarokan an jî ciyên şêwirmendiya dêûbavan, li ser derziyan agahiyan didin.

Jibergirtina zarokê

Li Swîsreyê di sê mehên pêşî yên ducanîbûnê de destûra jibergirtinê heye. Piştî dawiya hefteya 12. a ducanîbûnê, ger di warê bedenî û derûnî de tenduristiya jinê di xetereyê de be, jibergirtinek hîn mumkun e. Divê bijîjkek biryara vê bide. Keseke biryara jibergirtinê bide, mafê xwe yê şêwirmendiya belaş heye. Divê jinên ciwan ên kêmî 16 salî, serî li ciyekî taybet ê şêwirmendiyê bidin. Sîgorteya bingehîn hemû mesrefên xizmetên bijîjkiyê digire ser xwe.