Li ser Basel-Stadt

Kantona Basel-Stadt yek ji 26 kantonên Swîsreyê ye. Basel-Stadt li ser sêgoşeya Almanya û Fransayê ye û sînorê sê welatan digihîne hev. Aboriyeke xurt û çandeke piralî ya herêmê heye û kalîteya jiyanê bilind e.

Jimar û danasîn

Basel-Stadt ji sê şaredariyan pêk tê: Şaredariya bajarê Baselê û her du şaredariyên siyasî (Gemeinden) yên Riehen û Bettingenê. Li kantonê derdora 200'000 mirovên ji 160 miletan dijîn. Basel-Stadt xwediyê erdeke 37 km² ye. Kantona herî biçûk a Swîsreyê ye û nişteciyên wê pir zêde ne. Zimanê fermî almanî ye.

Dîrok

Kantona Basel-Stadt 1833an hatiye damezirandin. Lê belê dîrokeke wê ya dirêj û xweş heye. Di serdema (bikaranîna kevir) paleolîtîka navîn de berî derdora 130'000 salan li vê derê niştewarek hebû. Ji ber ku Basel ciyekî stratejîk bû, Romiyan 30 sal berî zayînê leşkerên xwe li ser girê katedralê bi cî kirine. Li heman cihî îro katedrala Baselê heye. Katedral berê dêreke metranî bû û di sala 1019an de hat pîrozkirin. Ji ber vê yekê li ser nîşaneya kantona Baselê nîşaneke wek gopalekî tê dîtin: Kevaneya gopalê metranî li ser heye.

1460an zanîngeha Baselê hat vekirin. Baselê xwe wek navendeke çapkirina pirtûkan û mirovheziyê bi pêş de bir. Di nîvê sedsala 16an de gelek koçber ji bakurê Îtaliya û Fransayê hatin vê derê. Wan bi xwe re tevn û rengînkirina hevrîşimê anîn Baselê. Şîrketên îro hene yên derman û kîmya bingehên xwe ji vir digirin. 1833an Basel-Stadt û Basel-Landschaft piştî pevçûnên leşkerî ji hev cihê bûn. Îro kantona Basel-Stadt bi giranîdayîna ser zanistên jiyanî, navendeke çand, bazirganî û aboriyê ye.

Adetên herêmî û kevneşopî

Li kantona Basel-Stadt gelek adetên me yên herêmî û kevneşopî yên ji bo me pir girîng in, hene. Gava hûn bixwazin van kevneşopiyên me hîn bibin, ev ji bo me dilxweşiyek e. Di rêza yekem de Mihrîcan/Qarnaval (Fasnacht) cî digire. Ev her sal sibat an adarê sê rojan tê lidarxistin. Ji ber vê yekê, em wek sê rojên herî xweş «drey scheenschte Dääg» nav lê dikin. Şahiya payîzê ya Baselê (Herbstmesse) ji 500 salî kevintir e û Firoşgeha Noelê (Weihnachtsmarkt) ya Baselê jî xwediyê kevneşopiyeke demdirêj e. Gelek kes di nav komeleyekê, civatekê yan civakekê de ne. Lîstikên klûba goga lingan a FC Baselê xweş tên temaşekirin û havînê jî gelek kes di ava çemê Rheinê de avjeniyê dikin.