Sîgorteya berpirsyariyê ya taybet

Divê her kesê gihiştî xwediyê Sîgorteyeke Berpirsyariyê ya Taybet be. Ev sîgorte, gava mirov bê hemdê xwe xisarê bide hinekan, heqê xisarê digire ser xwe.

Berpirsyariya şexsî

Gava mirov keseke/kesekî din birîndar bike yan xisarê bide hin tiştên kesên din, mirov berpirsyarê dayîna heqê xisarê ye. Gava mirov xisar bi hemdê xwe nedabe jî, ev yek derbasdar e. Heqê xisarê dikare pir giran be. Wek mînak, gava xwe li ser berfê dişemitînin, ger hûn kesekê/kesekî birîndar bikin, heqê xisarê dikare bi sedhezaran frank be.

Sîgorteya berpirsyariya taybet

Di rewşa xisardayînê de ji bo nekevin tengezariyên aborî pêdiviya we bi Sîgorteya Berpirsyariya Taybet (Privathaftpflichtversicherung) heye. Ev yek bi piranî ji aliyê şîrketên sîgorteyên taybet ve tê çêkirin.

Sîgorteyên berpirsyariya taybet dikarin bi piranî ji bo hemû kesên li malekê rûdinin bi hev re were çêkirin. Ev sîgorte ne mecbûrî ye, lê bi her awayî tê pêşniyarkirin.

Fêde û xizmetên sîgortayê

Sîgorteya Berpirsyariya Taybet xisara tiştan û xisara kesan a keseke/kesekî sîgortakirî bide keseke/kesekî din, hildigire ser xwe. Wek mînak, lêçûna tamîrê, lêçûna tedavîbûnê, tazmînata windakirina mehaneyê yan jî lêçûna êşûazarê di nav de ye. Sîgorteya berpirsyariya taybet xisarên hin ajalên diyar ên kedî dibin sedem jî, digire ser xwe. Gava hûn xisarê bidin kesên di heman malê de rûdinin, sîgorte vê xisarê nagire ser xwe. Sîgorte xisarên bi hemdê xwe (bi qesd, bi zanebûn) yan ji ber îhmalkariyê tên dayîn jî nagire ser xwe.