Siware / motor

Li Swsîreyê tevneke riyan a pir baş hatiye sazkirin heye. Bikaranîna piraniya riyan belaş e. Wateyeke bilind a rêzgirên trafîqê heye. Gava li gor van tevnegerin, cezayê giran tê dayîn.

Rêzgirên trafîqê

Ji bo kesên li Swîsreyê siwareyê diajon ciyekî pir giranbuha yê rêzgirên trafîkê heye. Ceza li gor welatên din pir bilindtir e. Di rewşên binpêkirina giran ên rêzgirên trafîkê de, dikare nasnameya ajotinê (ehliyet) jê were stendin.

Hin rêzgirên girîng:

  • Li nav niştewaran leza herî zêde di saetê de: 50 km, li derveyî niştewaran: 80 km, li ser otobahnan: 120 km ye.
  • Li ser otobahnê derbaskirina di aliyê rastê re qedexe ye.
  • Lempe divê bi roj jî vekirî bin.
  • Divê hemû kesên di siwareyê de, xwe hilgirin saxlemiyê (kemera ewlehiyê girêdin).
  • Divê zarok li ser rûnişteka zarokê rûnin (heta 12 salî yan jî gihiştina bejna 150 santîmî).
  • Di dema ajotinê de telefonkirin tenê gava ne di destên mirov de be destûr heye.
  • Ajotina di bin bandora alkol an madeyên hişbir de tê cezekirin (sînorê alkolê 0.5)
  • Li ser xetên ji bo kesên peya hatine nîşankirin, herdem mafê derbasbûna pêşî (derveyî ciyên bi lempeyeke trafîkê rêzgir hatine danîn) yê kesên peya ye.

Xercên rê

Rê ji aliyê konfederasyon, kanton û şaredariyan ve tên fînansekirin. Bikaranîna riyan belaş e. Îstîsnayek otobahn in: Kesên dixwazin otobahnan bi kar bînin, divê her sal vignetekê (Vignette) bikirin. Divê ev li ser cama pêşî ji hundir ve were pêvekirin. Vignete dikarin li neftxaneyan, postexaneyan an jî li saziyên trafîqa riyan werin peydekirin.

Ewlekarî (Sîgorte)

Li Swîsreyê tenê siwareyên hatine sîgortekirin dikarin werin bikaranîn. Ji aliyê gelek şîrketên taybet ên sîgortayê ve sîgorteya berpirsyariya diravî ya siwareyên bi motor (Motorfahrzeug-Haftpflichtversicherung) tên pêşkêşkirin. Sîgorte, xisara tişt û kesan a ji ber siwareyê çêbûye, dide. Ji bo xisara siwareya mirov bi xwe, sîgortayên cihêreng ên pêvekî û dildarî yên sîgorteya xisarê (Kaskoversicherungen) hene. Baldarî: gava hin kes bi îhmalkariyeke mezin tevbigerin, (wek mînak ajotina di bin bandora alkol an hişbiran de) şîrketa sîgortayê dikare di bin şertên diyar de xisarê nede. Sîgorteya berpirsyariya diravî ya siwareyên bi motor ne di nav sîgorteya berpirsyariya taybetî de ye.

Anîna welêt a siwareyeke bi motor

Kesên dixwazin siwareyeke bi motor bi domdarî bînin Swîsreyê, divê vê yekê li ba saziya gumrikê bidin qeydkirin û beyankirin. Divê siware bi awayê teknîkî were sehkirin jî. Pêdiviya mirov bi sîgorteya berpirsyariyê ya siwareyên bi motor, bi nasnameyeke siwareyê ya Swîsrî û bi plakeyeke Swîsrî heye. Agahiyên berfirehtir û zelaltir saziya sehkirina siwareyên bi motor a Basel-Stadt (Motorfahrzeugkontrolle) par ve dike.

Parvekirina siwareyê

Wateya parvekirina siwareyê bikaranîna hevbeş a siwareyekê yan gelek siwareyan e. Siwareyên rêxistiniyeke parvekirina siwareyan bi piranî li parkên siwareyan ên bi domdarî hatine kirêkirin dimînin û bi awayê online li ser aplikasyonekê pêşwext tên veqetandin. Ciyên van siwareyan bi piranî li nêzî ciyên gihiştina hev a navgînên veguheztina giştî ne (wek mînak li bahnhofan, li rawestgehên traman, li stesyonên dawî yên xetên otobusan). Ji kirêkirina siwareyan cudatir, bikaranîna siwareyên wiha ji bo demeke kin, wek mînak serê saetê jî pêkan e.