Maf û berpirsyarî

Kesên kar dikin û kesên kar didin xwediyê maf û berpirsyariyên cuda ne. Bi zagonê, wek mînak, dema herî zêde ya karkirinê, mafê bînvedanê û parastina sîgorteyî hatine diyarkirin.

Mafên karkeran

Li Swîsreyê mafên zagonî yên cihêreng ên karkeran hene. Ji van yên girîng ev in:

  • Karsaz ji qeydkirina li ba sîgorteya civakî ya karkerên xwe berpirsyar in, divê ew sîgorteya qezayê jî çêkin û beşek ji tibaba were xwestin bi xwe bidin.
  • Mafê hemû karkeran ê herî kêm 4 hefteyan bînvedana heqê wê hatiye dayîn bikin, heye.

Ev yek ji bo kesên bi heqdestê serê saetê yan demeke rojê kar dikin jî li gorî karê dike, derbasdar e.

  • Destûra dema karkirinê ya herî zêde di hefteyê de 50 saet e. Di hinek beşên kar de hefteyê tenê 45 saet e.
  • Mafê kesên kar dikin ê bawernameyeke karkirinê ya nivîskî bistînin heye.
  • Kî nexweş bikeve yan qezeyekê bike û li ba şîrketekê ji sê mehan zêdetir xebitî be, mafê xwe yê ji bo demeke diyar berdewamiya stendina mehaneya xwe heye.
  • Jinên ducanî û jinên zarokek anîbin ser ruyê erdê, xwediyê mafên taybetî ne (parastina dayikê, Mutterschutz).
  • Zagona derfetên wekheviyê (Gleichstellungsgesetz) li ser kar cudakirina kesekê/kesekî ya ji ber zayenda wê/wî qedexe dike.

Mehane/meaş/mûçe

Li Basel-Stadtê zagona mehaneya herî kêm heye. Ev yek bi hinek îstîsnayan ji bo hemû karsazên kantonê derbasdar e. Wekî din li gelek beşan peymaneke kar a tevayî (Gesamtarbeitsvertrag GAV) ya tê de mehaneya herî kêm hatiye diyarkirin, heye. Mafê jinan û mêran ê stendina heman mehaneyê ji bo heman karê dikin, heye. Tibaba di peymana kar de hatiye diyarkirin, mehaneya ne safî ye. Mehaneya safî piştî jêderxistina tibaba sîgorteya civakî wê were dayîn (jêkêmkirina civakî, Sozialabzüge). Ji bo piraniya kesên xwedîdestûrnameya B, nasnameya F an jî N, destûra mayîna kin L, an yên destûra derbaskirina sînor G wê yekser ji baca hatineyê (Quellensteuer) werin qutkirin. Tibaba sîgorteya nexweşiyê ya mecbûrî ne parçeyekî jêkêmkirina mehaneyê ye.

Betalkirina kar

Di rewşeke betalkirina kar de, divê karsaz û karker li gor dema jikarderxistinê ya di peymanê de hatiye diyarkirin, tevbigerin. Jikarderxistinên demkin/bêagahdarkirina ji berê ve, tenê dikare di rewşên îstîsnayî de pêk were. Mirov her dem dikare ji bo betalkirina kar sedemnameyeke nivîskî bixwaze. Kesên nexweş, yên qeze derbas kiribin, yên ducanî yan zarok anîbin, bi taybetî li hember betalkirina kar parastî ne. Ji bo betalkirinên kar ên ne di cî de yan niyetxerab dikare li dadgehê were îtîrazkirin. Ger karker bi xwe kar betal bike, ew dikare bandorê li ser tibaba piştgiriya ji sîgorteya bêkariyê bistîne, bike.