Çand

Li Basel-Stadtê gelek çalakiyên çandî hene. Gava gelek pereyê we tine be, gelek derfetên cihêreng ên bi awayekî belaş an erzantir tev li çalakiyan bibin û wan bi kar bînin, hene.

Muze / Pêşangeh

Nêzî çel muze, pêşangeh û çalakiyan pêşkêş dikin. Ji bilî van, hûn dikarin biçin serdana galeriyên biçûk û odeyên hunerî. Li gelek ciyên vekirî berhemên hunerî yên kifşkirinê hene.

Muzîk / Reqs / Şano / Wêje

Li kantona Basel-Stadt gelek çalakiyên çandî hene. Hûn dikarin li Theater Basel çêja opera, drama û baletê, li Kaserne jî ya muzîka hemdem, reqs an şanoyê bistînin. Ciyên biçûktir ên wek Vorstadttheater an Sommercasino jî hene. Hûn dikarin di havînê de serdana gelek pêşandan û mihrîcan (festîval) ên li derve bikin. Hinek çalakî belaş in.

Avahîsazî

Hûn dikarin li Basel û derdora wê gelek avahîsaziyên nûjen kifş bikin. Wek mînak li Riehenê Fondation Beyeler a avahîsaz Renzo Piano heye. Li navenda bajarê Baselê avayiya nû ya Kunstmuseum Basel ji aliyê Christ & Gantenbein ve, yan berfirehkirina Stadtcasino Basel ji aliyê Herzog & de Meuron ve, hene.

Derfetên belaş û erzankirî

Gelek muze û ciyên çalakiyan, derfetên taybetî pêşkêş dikin. Wê demê wek mînak, hûn pereyê derbasbûna hundir ji bo hin demên diyar kêmtir didin an qet nadin. Ji bo hin kesên diyar, derbasbûna hundir piranî erzantir an belaş e. Ji bilî van jî li ciyên vekirî pêşangehên belaş an festîval hene. Gelek komele (Vereine) û rêxistinên qada penaberiyê derfeteke çandî pêşkêş dikin. Bi KulturLegi, karta malbatî (Familienpass) an jî colourkey gelek derfetên erzantir hene. Hûn dixwazin bi tena xwe neçin muzeyan an jî çalakiyên din? Gelek derfetên ji bo bihevreçûna bi awayê kom an cot (Tandem) heye. Wateya «Tandem»ê: Hûn bi keseke/kesekî din re, bi hev re tev li çalakiyan dibin.