Ajalên kedî

Kesên ajalên kedî bi xwedî dikin, divê rêzgirên cihêreng bi cî bînin. Wek mînak mirov nikare hin cureyên ajalan li her malê bi xwedî bike. Divê kûçik li ba kantonê werin qeydkirin.

Xwedîkirina ajalên kedî

Kî li maleke bi kirê rûdine bi her awayî dikare ajalên biçûk ên wek berazokên gewrik, mişkê çolê, şalûl û bilbil an masiyan xwedî bike. Lê xwedîkirina ajalên mezintir (pisîk an kûçikên biçûk jî) dikare di peymana kirêkirinê de were qedexekirin. Xwedîkirina ajalên dengbilind an xetaredar jî dikare ji aliyê xwediyên xanî ve were qedexekirin. Ji bilî vê, kesên ajalên kedî xwedî dikin, divê li gor zagonên parastina ajalan tev bigerin. Wek nimûne, mirov nikare hin ajalên diyar (wek mînak kîvroşk) bi tena xwe xwedî bike. Wekî din rêzgirên divê mirov pêk bîne, yên wek mînak meziniya kefesê û birêkûpêkbûna wê, hene. Anîna Swîsreyê ya gelek ajalên kêmdîtî (ajalên exotîk) bi tevayî qedexe ye. Ji bo ajalên din, pêdivî bi destûrnameyeke taybet a Saziya Veterîneriyê/bijîjkên ajalan heye.

Kûçik / Se

Li kantona Basel-Stadt zagoneke taybet a kûçikan heye. Di vê zagonê de berpirsyariyên kesên ajalan bi xwedî dikin, hatine diyarkirin. Bijîjkên ajalan dikarin di vê mijarê de agahiyên zêdetir bidin.

  • Divê hemû kûçikên li Swîsreyê bi mikroçîpekî hatibin diyarkirin û di bankeya agahiyan de hatibin qeydkirin. Kûçik dibe xwediyê nasnameyeke kûçikan (a di awayê karta krediyê de). Ev nasname ne wek nasnameya ajalên kedî ye, ku gava mirov tevî ajala xwe diçe welatên Yekîtiya Ewropayê lazim dibe.
  • Divê kûçik li ba şaredariya niştgehê were qeydkirin. Ji bo wê formeke online heye. Salê carekê baca ajalê tê stendin. Ji bo xwedîkirina her kûçikekî, divê sîgorteya berpirsyariyê (Haftpflichtversicherung) ya mecbûrî were çêkirin.
  • Hemû kesên kûçikan bi xwedî dikin, divê pîsiya kûçikê xwe ji erdê rakin û biavêjin çopê. Kî vê yekê pêk neyîne, ew dikare cezayê pereyan bistîne.
  • Ji bo hinek cinsên kûçikan pêdivî bi destûrnameyeke taybet heye (wek mînak Pitbull an jî Rottweiler).
  • Anîna kûçikan a parkên bajêr û ciyên lîstina zarokan bi gelemperî qedexe ye. Li ser pêşkera nexşeya kantonê “Mapserver” ciyên kûçik dikarin lê serbest bigerin û ciyên şuştina kûçikan hatine diyarkirin.