Alkol / Tûtin / Hişbir

Kî madeyên hişbir li ba xwe bigire, bi kar bîne yan bifiroşe, ew cezakirinê digire ber çav. Ji bo firotina alkol û tûtinê sînorê temen (imir) heye.

Hişbir

Xwedîbûn, firotin û bikaranîna hişbirên derzagonî tên cezakirin. Ev ji bo tibabên biçûk jî derbasdar e. Bê kîjan made derzagonî ne di zagona madeyên hişbir/zagona narkotîkê de (Betäubungsmittelgesetz) hatiye diyarkirin. Bazirganiya firotina madeyên hişbir/narkotîk bi cezayên giran tên cezakirin.

Alkol û tûtin

Ji bo firotina alkol û tûtinê sînorê temen heye. Bi vî awayî tiştên ji tûtinê û vexwarinên bi alkol nabe li kantona Basel-Stadt bifiroşin zarokan an ciwanên di bin 16 salî re. Ji bo vexwarinên bi alkol ên diyar û yên dijwar (spirituos) sînorê temen 18 ye.

Qedexeya kêşana cixareyê

Qedexeya kêşana cixareyê li Swîsreyê li gor kantonan cihêreng hatiye diyarkirin. Kantona Basel-Stadt ji bo kesan ji cixarekêşiya neçalak biparêze zagonên federal û zagona cîgehên mazûvanî yên kantonî ji xwe re bingeh digire. Qedexeya kêşana cixareyê li van deran derbasdar e:

  • Li cîûwarên sergirtî yên ji rayagiştî re vekirî (nexweşxane, saziyên dewletê, xwendegeh, muze, sînema, şanogeh, trên û otobus, dikan û navendên kirînûfirotinê).
  • Li cîûwarên gelek kes lê kar dikin.

Biryara kêşan an nekêşana cixareyê ya li xwaringehekê, girêdayî mezinbûna wê xwaringehê ye. Li hin xwaringehan odeya taybet a kêşana cixareyê heye.