Integrasyon

Gava hûn li kantona Basel-Stadtê rûdinin, mafên we yên diyar hene. Ne xem e, bê hûn mêr an jin in, hûn ji ku derê ne, hûn bi çi zimanî diaxivin, baweriya xwe bi kîjan olê tînin an jî çi astengdariyên we hene. Di heman demê de, divê hûn li gor zagonan tevbigerin. Ji bilî vê, girîng e, ku hûn debara xwe ya aborî bi xwe bikin û almanî hîn bibin. Li jêr agahiyên li ser vê yekê hene.

Prensîbên herî girîng

Ger hûn li Swîsreyê rûdinin, divê hûn li gor zagona bingehîn a federalî û zagonên din tevbigerin.

Ev wek mînak tê vê wateyê: Hemû mirov li hember hev rêzdar in. Nêzîkatiya wekhev wê li hember herkesî were kirin û wê ti kes li rastî cudakariyê neyê. Gava hûn li Baselê rûdinin, divê hûn almanî hîn bibin. Ji bilî vê, divê hûn bi xwe debara xwe ya aborî bikin.

Lê integrasyon, gava hemû kes bi hev re bikin bikêrhatî dibe. Divê nişteciyên Baselê li hember we vekirî bin. Divê ew we agahdar bikin û alîkariya we bikin.

Berpirsyariya xwe bi xweyî

We nû bar kiriye, hatine Baselê? Konfederasyon, kanton û şaredarî li ser radiwestin, ku hûn bi awayekî dadwer derfetên ketina nav jiyana aborî, civakî û çandî bi dest bixin. Lê divê hûn bi xwe jî ji bo vê yekê hewl bidin, da ku hûn xwe integre bikin. Em ji we hêvî dikin, ku hûn derfetên ji bo integrasyonê bi kar bînin.

Tevlêbûna jiyana civakî

Hûn dikarin xwe integre bikin: Hûn dikarin li komeleyan pir xweş mirovên nû nas bikin. An jî hûn biçin şahî û pêşangehên li taxa hûn lê rûdinin.

Dibe ku destpêkê ji bo we hinekî zehmet be. Hinek mirov li hember kesên ji welatên din, ne vekirî ne. Lê piştî demekê piraniya mirovan şerma xwe radikin. Ji ber vê yekê, dev jê bernedin.

Agahî / Alîkarî

Hûn nû hatine Baselê û pêdiviya we bi alîkariyê yan agahiyan heye? Li Basel-Stadt gelek ciyên cuda yên hûn serî lê bidin hene. Li saziyên kantona Basel-Stadtê û li şaredariya hûn lê rûdinin wê agahiyan bidin we. Lê wekî din ciyên danûstendinê yên taybetî ji bo koçber û penaberan jî hene.

Agahiyên li ser jiyana li Swîsreyê û ji bo mijarên din:

  • GGG Migration

Agahiyên ji bo mafê penaberiyê û zagona koçberiyê:

  • Beratungsstelle für Asylsuchende BAS
  • Freiplatzaktion

Hûn hîn nikarin bi almanî biaxivin? Wê demê, hûn dikarin keseke, kesekî ji bo we wergerê bike bi xwe re bibin. Hûn dikarin daxwaza wergervanekê, wergervanekî jî bikin.