Avêtina çopê /avêtina bermayiyên navmalê

Şaredarî ji avêtina çopê berpirsyar in. Ji bo wê rêzgirên her şaredariyekê hene. Nirxekî cudakirina ji hev a çopê (bermayiyan) heye, ji bo wê ciyên taybet ên civandina çopê hene.

Jihevcudakirina çopê / lêvegerandin

Jihevcudakirina çopê (bermayiyan) alîkariya parastina jîngehê û teserûfa diravî dike. Ji bo çopa dikare ji nû ve were nirxandin an xisarê bide jîngehê ciyên taybet ên civandina bermayiyan (kaxez, pîl, şûşe, karton, keskayî, alîmunyûm, hesin, caw, rûn û zeyt û hwv.) hene. Ev bermayî ne çopa malê ne. Planekî her şaredariyê yê avêtina çopê (Entsorgungsplan) yan jî salnameya çopê (Abfallkalender) ya ku mirov di dema xweqeydkirinê de distîne, heye. Şewitandina çopê yan avêtina ciyên ji bo çopê nehatine diyarkirin, qedexe ye. Mirov dikare şûşeyên plastîk (şûşeyên PET) û tiştên wek wan hema hema li hemû ciyên kirîn û firotinê belaş biavêje ciyên hatine diyarkirin.

Torbeyên çopê / pûlikên çopê

Divê çopa nikare cardin were bikaranîn (çopa navmalê, Hausmüll) li Basel di torbeyên çopê yên fermî de werin avêtin. Divê ew li Riehen û Bettingenê di torbeyên bi pûlikên çopê de werin avêtin. Heqdestê avêtina çopê di nav buhayê van torbeyên çopê yan pûlikên çopê de ye. Mirov dikare torbe yan pûlikan wek mînak li navendên kirîn û firotinê, li dikanên li şaredariyê yan jî li ba şaredariyê bi xwe bikire. Divê mirov torbeyên çopê di rojên hefteyê yên hatine diyarkirin de deyne kolanê (yan di hinek rewşan de deyne ciyên komkirinê). Nabe ku mirov çopê di rojên din de deyne wir. Li xaniyên pirmalbatî carinan konteynirên taybet ên komkirina çopê hene. Gava pirsên we hebin, şaredariya niştgehê yan cîran dikarin alîkariya we bikin.

Çopa xeternak / bermayiyên xeternak

Divê çopa xeternak/bermayiyên xeternak (Sonderabfälle) bi awayekî taybet werin avêtin, ji ber ku tê de madeyên jehrî hene yan dikarin xisarê bidin jîngehê. Wek mînak, boyax, tiştên kîmyewî, pîl, aletên elektronîk, lempeyên enerjiyê dihewînin an dermanên dema wan derbas bûne, di nav vê komê de ne. Divê ev qet tev li çopa malê neyên kirin. Bi piranî, mirov dikare wan ji bo avêtinê li ciyên hatine kirîn vegerîne. Hilberînêr û firoşkar ji wergirtina van tiştan a bi awayekî belaş, berpirsyar in.