Zewaca bi darê zorê û sinetkirina keçûjinan

Zewaca bi darêzorê (Zwangsheirat) û sineta keçûjinan (Mädchenbeschneidung) li Swîsreyê qedexe ye. Li kêleka ciyên pisporên beşa xwe, saziya alîkariya qurbaniyan jî alîkariya we dike.

Zewaca bi darêzorê çi ye?

Ger kesek bi zorlêkirina malbatê û ne bi dilxwaziya wê/wî bixwaze were zewicandin, ev yek zewaca bi darêzorê ye. Zewac dikare bi fermî were betalkirin. Mirov jî dikarin hilbijêrin, bê dixwazin zewicî bimînin an ji hev veqetin. Ger tevî nexwestina xwe jî wek hevjîn bimînin, wê demê jî mirov dibêje, hevjîniya bi darêzorê.

Hin mînakên ji bo bi darêzorê: Geflêxwarin, guvajtin/şantaj, zorlêkirina derûnî an zordariya bedenî.

Zewac û hevjîniya bi darêzorê li Swîsreyê qedexe ne.

Alîkarî

Ciyê beşa netewî zwangsheirat.ch şêwirmendiya kesên têkildar dike û kesên pispor bi awayekî bawerîdar û belaş xizmetê didin: Xeta hawarê 0800 800 007 / info@zwangsheirat.ch

Sinetkirina keçûjinan çi ye?

Di sinetkirina keçûjinan de lebata zayendî ya keç an jinan tê birîn. Gelek cure û pratîkên sinetkirinê hene. Gelek keç û jinên tên sinetkirin bi awayê tenduristî û ruhî heta piştî jêkirinê jî êşê dikişînin.

Sinetkirina keçûjinan qedexe ye. Ger dêûbav sinetkirina zarokên xwe li derveyî Swîsreyê birêxistin bikin jî, ew xwe dixin rewşeke werin cezakirinê.

Alîkarî

Tevna li dijî sinetkirina keçûjinan agahdariyan dide û bi kesên sereke re têkiliyan çêdike. Karîtasa Swîsreyê bi awayekî belaş û bawerîdar şêwirmendiya malbatên têkildar dike: 042 419 23 55 / beratung@maedchenbeschneidung.ch

Saziya alîkariya qurbaniyan (Opferhilfe) jî dikare alîkariyê bide.