Jikarketin /astengdarî

Kî ji ber sedemên tenduristiyê ji bo demeke dirêj nikaribe bi tevayî yan qismî kar bike, mafê xwe yê stendina alîkariya fînansî ya bi riya sîgorteya jikarketinê (IV) heye. IV tenê pere nade. Ew berî her tiştî ji bo di jiyana kar de karibin dest bi kar bikin an dîsa kar bikin, alîkariya kesên sîgortekirî dike.

Sîgorteya jikarketinê

Sîgorteya jikarketinê (IV) saziyeke dewletê ye. Divê piraniya kesên gihiştî tibabeke alîkariyê bidin. Ev alîkarî ji bo kesên kar dikin, rasetrast ji mehaneya distînin tê qutkirin, karsaz nîvê wê hildigire ser xwe. Kesên serbixwe kar dikin an bêkar in, divê ji bo hînbûna awayê dayîna alîkariya xwe serî li fona tazmînatê (Ausgleichskasse) bidin.

Alîkariya bi riya sîgorteya jikarketinê

Kesên ji ber sedemên tenduristiyê (bedenî yan derûnî) herî kêm salekê nikaribin bixebitin an qismî dikarin bixebitin, mafê wan ê stendina alîkariya bi riya IV heye. IV alîkariyê bi awayê mûçeya mehane dide. Ev yek tenê gava kesa/kesê sîgortekirî ji sedema astengdariya xwe êdî nikaribe dest bi jiyana kar bike, pêk tê. IV alîkariya kesên astengdar dike ku karekî li gorî qeweta xwe jî bibînin. Alîkariya bi riya IV, divê bi serlêdana li fona teqawîdiyê (Ausgleichskasse) were daxwazkirin.

Alîkariya pêvekî

Kesên tevî alîkariya bi riya IV ji bo jiyana xwe hindik pere distînin, mafê wan ê stendina alîkariya pêvekî ya fînansî (Ergänzungsleistungen) heye. Ji bo vê, divê serî li saziya fona xanenişîniyê bidin. Di zagonê de bi zelalî hatiye diyarkirin, bê mafê kê yê stendina alîkariya pêvekî heye. Alîkariyên pêvekî ji aliyê kesên bacê didin ve tê fînansekirin.