Jimarên rewşa lezgîn

Her roj 24 saetan dikarin xwe bigihînin jimarên rewşa lezgîn. Jimarên kin (ên bi sê reqeman) her dem belaş in. Mirov ji bo jimarên din bi gelemperî bi qasî tarîfa telefonên malê (tarîfa normal) dide.

Jimara banga lezgîn a gelemperî: 112

Mirov bi vê jimarê xwe digihîne navenda banga lezgîn a polîsan. Li gor cureyê rewşa lezgîn, polîs agahiyê dide ciyên din jî (wek mînak, saziya agirkujiyê).

Polîs: 117

Mirov bi vê jimarê xwe digihîne navenda banga lezgîn a polîsan.

Saziya Agirkujiyê: 118

Mirov bi vê jimarê xwe digihîne navenda saziya agirkujiyê.

Alîkariya destpêkê / xizmeta rizgarkirinê (ambulans): 144

Mirov bi vê jimarê xwe digihîne navenda operasyona xizmeta rizgarkirinê. Divê mirov jimara 144 tenê gava hewceyî alîkariya lezgîn be û pêdiviya xwe bi ambulansekê hebe, yan mirov rewşê nikaribe binirxîne (wek mînak piştî qezeyekê), bi kar bîne.

Mirov ji bo pirsgirêkên din ên bijîjkî destpêkê têkiliyê bi bijîjkeke malê, bijîjkekî malê re datîne. Di kêliyên derveyî demên vekirîbûna mûayenexaneya bijîjkên malê de, mirov dikare di rewşên ne bi xetereya jiyanî de, her dem bi jimara 061 261 15 15 telefonî Navenda Banga Lezgîn a Bijîjkiyê (Medizinische Notrufzentrale, MNZ) jî bike. Mirov li wê derê şêwirmendiya bijîjkî distîne û ew mirov dişînin ciyê rast ê herî nêzîk (bijîjk, nexweşxane). Bi tenê serê xwe jî derfeta lêgerîna navendeke rewşa lezgîn (nexweşxane/mûayexaneya rewşa lezgîn) heye.

Bijîjkên diranan ên rewşa Lezgîn: 061 261 15 15

Gava qezeyeke diranan çêbibe, bi lez telefonî bijîjka xwe ya diranan an bijîjkê xwe yê diranan bikin. Di kêliyên derveyî demên vekirîbûnê de telefonî navenda banga lezgîn a bijjkî (MNZ) 061 261 15 15 bikin. Mirov bi vê jimara telefonê, hîn dibe, bê kîjan bijîjkên diranan li kantona Basel-Stadt ji bo xizmeta rewşa lezgîn li ser kar in.

Jehr-banga lezgîn: 145

Ger mirov tiştekî jehrî daqurtîne, yan guman bike ku tiştkî jehrî daqurtandiye, bijîjk û kesên pisporên beşê bi vê jimara telefonê alîkariyê dikin. Ew ji we re dibêjin, bê di rewşeke jehrîbûnê de divê çi were kirin. Lêbelê di rewşên xetareya jiyanî de, divê mirov bi lezgînî telefonî jimara 144 bike. Hûn dikarin li ser malpera internetê agahiyên berfirehtir ên li ser mijara jehr û jehrîbûnê bibînin.

Şêwirmendiya ji bo mezinan: 143

Telefona bi jimara 143 (Destê alîkariyê, Dargebotene Hand) ji bo kesên, ku dixwazin bi telefonê li ser her cureyê pirsgirêkên xwe biaxivin e (bi almanî, fransî, îtalî û ingilîzî). Mirov dikare di rewşên krîzê de, lê belê ji bo hemû tengezarî û xemxwariyan telefon bike. Axavtin bawerîdar û bê nav e (ji kesên din re nayê gotin). Mirov li ser daxwazê agahiyên din ên li ser derfetên alîkariyê distîne. Danîna têkiliyê ya bi riya e-mail û chatê jî pêkan e.

Şêwirmendiya ji bo zarokan / ji bo ciwanan: 147

«Jimara telefonê ya 147» ji bo zarok û ciwanên dixwazin bi telefonê li ser her cure pirsgirêkên xwe biaxivin e (bi almanî, fransî, îtalî). Mirov dikare di rewşên krîzê de, lê belê ji bo hemû tengezarî û xemxwariyan telefon bike. Kesên pisporên beşê serê saetê amade ne. Axavtin bawerîdar û bê nav e (ji kesên din re nayê gotin). Telefonkirin belaş e û li ser fatûreya telefonê nayê nivîsîn. Danîna têkiliyê ya bi riya e-mail û chatê jî pêkan e.

Banga lezgîn a dêûbavan: 0848 35 45 55

Bi telefona banga lezgîn a dêûbavan (Elternnotruf) kesên pisporên beşê şêwirmendiya pirsên li ser perwerdekirinê yên dêûbavan an kesên din dikin. Gava hûn hest pê dikin, ku danûstendina bi zarokan re li ser we barekî giran çêdike û hûn yan ji bo zarokên xwe yan ji bo zarokên din xema hin tiştên zarok dikin, dixwin, ew kes alîkariya we dikin. Dîsa gava mirov bikeve nav tirs û gumana, ku zaroka we yan zarokeke din dibe yan bûye qurbaniyê bikaranîna xerab a derûnî/bedenî, mirov dikare serî li telefona banga lezgîn a dêûbavan bide. Axavtin bawerîdar û li ser daxwazê bê nav e. Danîna têkiliyê ya bi riya e-mailê jî pêkan e. Banga lezgîn a dêûbavan ji bo pirsên bijîjkî nikare bibe alîkar.

Zordariya navmalê (Jin): 061 681 66 33

Mala jinan a her du Baselan (Frauenhaus) serê saetê şêwirmendî û alîkariya jinên li rastî zordariya nav malê hatine, dike. Kesên ji malbatê û yên xebatkarên beşê jî dikarin serî li vî ciyî bidin. Axavtin bawerîdar û li ser daxwazê bê nav e. Agahiyên berfirehtir ên li ser mijara zordariya navmalê, ji bo mêrên bi serê wan de hatiye jî û agahiyên têkiliya bi ciyên din ên serlêdan û şêwirmendiyê re, dikarin li bin sergotara zordariya navmalê ya malpera hallo-baselstadt.ch werin dîtin.