Li Swîsreyê jiyana bi hev re

Her welat xwediyê taybetiyên çandî yên li gorî xwe ye. Li Swîsreyê jî hin awayên danûstendinên irfûadetî yên divê hûn nas bikin hene.

Çandên cuda

Li Swîsreyê çand û bîrûbaweriyên cuda hene. Li vê derê çar zimanên cuda yên welêt jî hene. Tiştekî li aliyê Swîsreya almanî ji rêzê be, ew dikare li aliyê Swîsreya fransî bi tevayî cudatir be. Dîsa cudayiya di navbera bajar û gundan de jî dibe ku pir mezin be. Tevî vê yekê kevneşopiyên li giştiya Swîsreyê derbasdar jî hene.

Silavdan

Em li Swîsreyê wiha silavê didin hev: Em piranî destê xwe didin hev û li çavên hev dinêrin. Mêr û jin jî li çavên hev dinêrin. Em li Baselê dibêjin “Griezi”. Ger mirov hevûdin baş dinasin, ew dibêjin “salî” an jî “hoi”. Mirov li gundan, gava hev nas nekin jî, li kolanê silavê didin hev.

Li Swîsreyê hurmetdayîn girîng e. Ji ber vê yekê em gelek caran dibêjin spas “Danke” û spasxweş “Bitte”. Wek mînak, em li dikanê yan jî li xwaringehê pir caran dibêjin spas “Danke” û spasxweş “Bitte”.

Birêkûpêkbûn (deqîqbûn)

Li Swîsreyê birêkûpêkbûn ango çûnûhatina di dema hatiye diyarkirin de, bi taybetî jî li ser kar, girîng e. Ger hûnê zêdeyî 5 xulekan (deqîqeyan) dereng werin, ji kerema xwe ji berê ve agahiyê bidin. Hûn dixwazin hin kesan bibînin? Wê demê ji berê ve dema hevdîtinê (Termin, randevu) diyar bikin.

Danûstendina nerasterast

Em li Swîsreyê rexneyên xwe pirî caran rasterast nabêjin. Em bi piranî tenê îşaretekê dikin. Lê tevî vê em wiha dihesibînin, ku kesa, kesê li hember me ev rexne fêhm kiriye. Ger hûn hîn baş bi almanî nizanibin, ev yek bi taybetî ji bo we zehmet e.

Ji bilî vê, em carina ji devjengî û pevçûnê direvin. Ger cîranên we wek mînak, hest pê dikin, ku tên acizkirin? Wê demê dibe ku ew bi xwe neyên ba we, lê belê ji we re nameyekê binivîsin. Hûn ji xwe ne bawer in, bê we ew rast fêhm kiriye? Wê demê ya baş, hûn careke din bipirsin.