Sazûmana ewlekariya civakî

Nişteciyên Swîsreyê bi riya ewlekariyên/sîgorteyên civakî ji rîskên cihêreng tên parastin. Ewlekarî/sîgorte, wek mînak, gava kesek karê xwe winda bike yan nexweş bikeve alîkariyê dikin. Ew alîkariya malbatan û kesên kalûpîr jî dikin.

Xalên bingehîn

Ewlekariya civakî ji aliyê nişteciyên Swîsreyê ve tê fînansekirin. Prensiba destekdana hev li vê derê tê bikaranîn: Piraniya gel pere dide, da ku kes û komên diyar alîkariyê bistînin. Ewlekariya civakî bi piranî pêwîstî ne. Tibaba alîkariyê rasterast ji mehaneya kesên dixebitin tê qutkirin. Kesên karsaz, karmendên serbixwe û kesên kar nakin jî tibabeke fînansî didin.

Xizmet

Ewlekariya civakî di hin reşên diyar ên jiyanê de alîkariyê didin mirovan. Ew pereyê rojane, mehaneya xanenişîniyê yan lêçûnên wan an jî lêçûnên nexweşî yan qezeyê digirin ser xwe. Hemû ewlekariyên civakî/sîgorteyên civakî ji aliyê dewletê ve tên birêzgirkirin û sazkirin.

Mirov kengî alîkariyê distîne?