Fermîkirina dîplomayê

Dîploma û bawernameyên ji derveyî welêt li Swîsreyê her dem derbas nabin. Lê belê di bin hin şertûmercan de dibe ku dîploma were fermîkirin. Ji bo hinek pîşeyan ev yek pêwîst e.

Fermîkirin

Kesên xwediyê dîplomeyeke ji welatên biyanî ne, dikarin wan di bin hin şertan de li swîsreyê bidin fermîkirin. Bi fermîkirinê, wê were erêkirin, ku dîplomeyeke ji welatê biyanî yan jî bawernameyeke ji welatê biyanî bi dîplome yan bawernameyeke Swîsreyê re hevnirx e. Ji bo hin pîşeyên birêkûpêkiyê dixwazin (wek mînak pîşeyê hemşîretiyê, mamosteyî û hwv.) ji bo karibin pîşeyê xwe bikin, pêdivî bi fermîkirinê heye. Ji bo fermîkirinê li gor her pîşeyî yan her bawernameyê ciyên cuda berpirsyar in. Buhayê fermîkirinê heye. Ciyê Têkiliya Neteweyî ya Fermîkirina Dîplomeyê yan jî Şêwirmendiya Pîşe, Xwendin û Kariyerê (Berufs-, Studien- und Laufbahnberatung) agahiyan didin.

Erêkirina astê

Di warê pîşeyên ne girêdayî biserûberkirinê de, ji bo li Swîsreyê kar bikin, pêdivî bi fermîkirina dîplome yan bawernameyan tine ye. Ji bo van pîşeyan dikare erêkirina astê (Niveaubestätigung) were xwestin. Ev jî nirxê ciyê dîplomeya biyanî ya di nav sazûmana perwerdehiya Swîsreyê de nîşan dike. Erêkirin dikare di dema lêgerîna ciyê kar de alîkariyê bide. Agahiyên ji bo erêkirina astê Ciyê Têkiliya Netewî ya ji bo Naskirina Dîplomeyan (Nationale Kontaktstelle für Diplomanerkennung) an jî Şêwirmendiya Pîşe, Xwendin û Kariyerê (Berufs-, Studien- und Laufbahnberatung) par ve dikin.

Dubarekirina xwendina pîşeyî

Kesên mezin ên xwedîtecrubeya pîşeyî lê bê dîplomayek an bawernameyeke hatiye nasîn, dikarin li Swîsreyê xwendineke perwerdeya bingehîn a pîşeyî yan jî perwerdeya pîşeyî ya bilind cardin bistînin. Pêvajo, girêdayî xwendina berê hatiye kirin, tecrubeya pîşeyî û temen e. Di her rewşê de asteke baş a zanîna almanî şertekî bingehîn e (Asta B1/B2 li gorî GER). Kesên bixwazin, dikarin li ba şêwirmendiya pîşe, xwendin û kariyerê (Berufs-, Studien- und Laufbahnberatung) bê pere agahî û şêwirmendiyê bistînin. Kî perwerdeyeke pîşeyî cardin bidest bixe, şansê xwe yê di bazara kar û têketina perwerdeyên pêşdetir de çêtir dike.