Jiyana bi kêmpereyî

Jiyana li Swîsreyê bi rastî buha ye. Ji ber vê yekê kirîna tiştên bikarhatî dibe ku fêdeyekê bide mirov. Kesên tengezariya diravî dikişînin, dikarin li dikanên taybet bi erzanî bikirin.

Tiştên bikarhatî

Li swîsreyê gelek dikanên tiştên bikarhatî difiroşin (Brockenhäuser) hene. Li van deran mirov dikare tiştên bikarhatî bi erzanî bikire. Li dikanên taybetî kes jî tiştên bikarhatî difiroşin. Wek mînak sûka kevnefiroşan (Flohmärkte) sûka cilan, sûka berfşematokan û hwd. Malperên internetê jî ji bo kirîn û firotina kevnetiştan pir tên bikaranîn.

Werziş / çand / perwerde

Mirov bi saya nasnameya Kulturlegi bi dayîna kêmek pere ji bo çalakiyên dema vala, werzişî, çandî û perwerdeyî erzaniyê distîne. Mirov dikare vê nasnameyê li ba Karîtasê bide çêkirin. Karîtas li ser wê agahiyan dide û dinêre bê mafê stendina Kulturlegî heye. Hûnê bi Familienpass, bi FamilienpassPlus an bi colourkey herwiha ji bo gelek çalakiyan erzaniyê bi dest bixin.

Dikana Karîtasê

Mirovên bi kêmpere dikarin li dikanên Karîtasê (Caritas Markt) li gor hewcedariyên xwe yên rojane û bi buhayekî pir erzan tiştên xwarin û vexwarinê û tiştên din bikirin. Ji bo vê pêdiviya mirov bi karteke taybet a ji Karîtasê were daxwazkirin, heye. Li ser wê Karîtas agahiyan dide û lê dinêre bê mafê we yê stendina kartê heye. Li Baselê dikanek heye.

Piştgiriya dewletî

Kesên ji bo debara jiyanî pereyên wan kêm in, di gelek rewşan de xwediyê mafê stendina piştgiriya ji dewletê ne. Ew bi vî awayî dikarin wek mînak di dayîna prîma sîgorteya nexweşiyê de erzaniyê bistînin an alîkariya diravî ji bo domandina xwendina xwe bixwazin. Mirov di rewşên diyar ên tengezariyê de pere ji ewlekariya civakî yan jî ji alîkariya civakî distîne. Malbatên bi kêmpere dikarin di bin mercên diyar de alîkariya dayîna kirêya xwe (Familienmietzinsbeiträge) bixwazin.