Têketina bazara kar

Li Swîsreyê karkirin an vekirina şîrketekê girêdayî hemwelatîbûna we û sedema hatina Swîsreyê ye. Kesên kar dikin di her rewşê de, divê qeyda xwe ya sîgorteya civakî çêkin û bacê bidin.

Destûrnameya kar

Pirsa destûrnameya kar bi piranî di heman demê de bi dayîna destûrnameya mayînê ya li vir re tê zelalkirin. Di rewşên asayî de, mirov dikarin bi mafê mayîna li vir jî li Swîsreyê kar bikin. Li gor hemwelatîbûnê û dirêjiya kar, karsaz an karker daxwaza destûra kar dike. Di rewşên nezelal de yek ji ciyên li jêr hatine diyarkirin, dikare alîkariyê bide. Ev cî şêwirmendiya kesên hîn nehatine Swîsreyê, lê dixwazin li vir bixebitin jî dikin. Pêdiviya penaberên mafê mayînê stendine (nasnameya B) û kesên bi demborî hatine qebûlkirin ên bi statuya penaberiyê, yan bê statuya penaberiyê (nasnameya F) bi stendina destûra kar a taybetî tine ye. Lê belê destpêkirin û bidawîkirina her bicîbûna li karekî, divê bi formeke fermî li kantonê were qeydkirin (pêvajoya qeydkirinê, Meldeverfahren). Kantona mirov lê kar dike berpirsyar e. Ev qeydkirin belaş e. Pêdiviya kesên daxwaza penaberiyê kirine (nasnameya N) bi destûrnameya kar heye.

Fîrmaya we/şîrketa we

Li Swîsreyê bê kesek dikare şîrketekê ava bike yan na, girêdayî hemwelatîbûn û statuya mayîna li vê derê ye. Ji bo mirovên ji welatên YE/EFTAyê û mirovên xwediyê destûra mayîna bêdawî ya C sazkirina şîrketekê hêsantir e. Saziya koçberiyê (Migrationsamt) koçberan li ser vê yekê agahdar dike, bê sazkirina şîrketekê mumkun e. Bipêşdebirina cîûwaran a kantonê (Standortförderung) piştgiriya karûbarên pratîkî dike.

Karê bi reşî / karê nehatiye beyankirin

Kî kar bike û li ba sîgorteya civakî neqeydkirî be, destûra kar tine be yan jî hatineya xwe li ba saziya bacê diyar nekiribe, xwe dixe rewşa cezakirinê. Wê demê mirov qala karê bi reşî (Schwarzarbeit) dike. Encamên hiqûqî yên karê bi reşî ji bo kesên kar didin û kar dikin heye. Ji bilî vê, kesên (bi reşî) kar dikin li hember qezeyan nehatine sîgortekirin û amadekariya wan a xanenişîniyê (teqawîdbûnê) tine ye. Kî bawer dike, ku karsaz wê, wî bi awayekî rast naxebitîne, divê serî li ciyekî Şêwirmendiya Hiqûqî (Rechtsberatungsstelle) yê belaş bide.

Ciwan

Bi bingehî ciwan dikarin destpêkê piştî 15 saliya xwe dest bi kar bikin. Lê ji karên sivik ên bi rêjeyek biçûk (wek mînak karê bînvedanê) re destûr heye. Divê kesên kar didin û dêûbav baldar bin, ku barê ciwanan ne giran be. Ji bo ciwanên heta 18 salî hikmên zagonî yên taybet ên kar derbasdar in.