Bergiriya ji bo xanenişînê /bergiriya ji bo teqawîdiyê

Bi riya bergiriya ji bo xanenişîniyê tê ewlekirin, ku ji bo kesên xanenişîn/teqawîd bibin têrî jiyana wan pere bimînin. Sazûmana bergiriyê ya Swîsreyê li ser sê stûnan e: Sîgorteya kalûpîrî û mîrateyê (AHV), bergiriya pîşeyî (sindoqa xanenişîniyê-Pensionskasse) û bergiriya dildarî ya ji bo xanenişîniyê (3. stûn).

Sîgorteya kalûpîrî û mîrateyê (stûna 1., 1. Säule)

Sîgorteya kalûpîrî û mîrateyê (AHV) saziyeke dewletê ye. Piraniya kesên gihiştî, divê ji bo wê tibabekê bidin. Ev tibab ji bo kesên di karekî de bi cî bûne rasterast ji mehaneya wan tê qutkirin, lê karsaz nîvê wê hildigire ser xwe. Kesên serbixwe kar dikin yan kesên bêkar, divê li ba fona tazmînatê (Ausgleichkasse) agahiyan bistînin, bê ew çawa dikarin tibaba xwe bidin. AHV mehaneyekê dide kesên xanenişîn/teqawîd bûne. Zêdebûna tibaba mehaneyê girêdayî pereyê berê hatiye razandin e. AHV di rewşa mirinê de alîkariya hevjîn û zarokên kesa/kesê mirî (mûçeya bîmayîn û sêwîbûnê) dike. Her yek nasnameyeke AHVê ya bi jimara sîgorteyê ya şexsî distîne.

Bergiriya pîşeyî (stûna 2., 2. Säule)

Carina AHV tenê têrê nake, ku mirov piştî xanenişîniyê jiyana xwe wek berê bidomîne. Ji ber vê yekê ji bo kesên kar dikin bergiriyeke pîşeyî heye (fona xanenişîniyê-pensionkasse), ku ev yek ji tibabeke diyar a hatina salaneyê pê ve pêwîstî ye. Tibaba were dayîn bi vê sedemê rasterast ji mûçeyê mehê tê qutkirin, divê karsaz herî kêm nîvê wê bide. Kesên serbixwe nabe ku vê tibabê bidin. Lê belê ew dikarin vê yekê dildarî bikin, ji ber vê yekê ew bi xwe berpirsyar in. Pereyê di fona xanenişîniyê de hatiye civandin di dema kalûpîrbûnê de herwiha yan wê wek mûçeyê xanenişîniyê yan jî bi carekê re were dayîn. Di rewşên diyar de, dikare pere ji berê ve jî were dayîn: Gava mirov şîrketa xwe ava bike, bar bike derveyî Swîsreyê, gava mirov ji bo xwe xaniyekî lê bike yan malekê bikire.

Bergiriya dildarî ya kalûpîriyê (stûna 3., 3. Säule)

Stûna 3. bergiriyeke dildarî ya kalûpîriyê ya kesane ye, ku bi daxistina ji bacê tê xelatkirin. Ew dikare bi riya bankan an şîrketên sîgortayê were çêkirin. Ji bo di dema kalûpîriyê de di destê we de hinek pere bimîne, civandina pereyan a bi stûna 3. tê pêşniyarkirin.

Xizmetên pêvekî

Kesên kalûpîr ên tevî AHV û fona teqawîdiyê pereyê distînin têrî debara jiyana wan nekin jî xwediyê mafê stendina alîkariya fînansî ya ser-dagirtinê ne (Ergänzungsleistungen). Divê ji bo vê yekê serî li saziya alîkariya civakî bidin. Bi zagonan hatiye zelalkirin, bê mafê kê yê stendina alîkariya serdagirtinê/pêvekî heye. Alîkariya pêvekî bi riya kesên bacê didin tê fînansekirin.