Fermîkirina dîplomeyê

Dîplome û bawernameyên ji welatên biyanî li Swîsreyê herdem ne derbasdar in. Fermîkirina dîplomeyê di bin hin mercan de pêkan e. Ev yek ji bo hin pîşeyan pêwîst e.

Fermîkirin

Kesên xwediyê dîplomeyeke ji welatên biyanî dikarin wê di bin hin şertan de li swîsreyê bidin fermîkirin. Bi fermîkirinê, wê were erêkirin, ku dîplomeyeke ji welatê biyanî yan jî bawernameyeke ji welatê biyanî bi dîplome yan bawernameyeke Swîsreyê re di heman nirxî de ye. Ji bo hin pîşeyên birêkûpêkiyê dixwazin (wek mînak pîşeyê hemşîretiyê, mamosteyî û hwv.) ji bo karibin pîşeyê xwe bikin, pêdivî bi fermêkirinê heye. Ji bo fermîkirinê li gor her pîşeyî yan her bawernameyê ciyên cuda berpirsyar in. Buhayekî fermîkirinê heye. Ciyê Têkiliya Neteweyî ya Nasîna Dîplomeyê (Nationale Kontaktstelle für Diplomanerkennung) an jî Şêwirmendiya Pîşe, Xwendin û Kariyerê (Berufs-, Studien- und Laufbahnberatung) agahiyan par ve dikin.

Erêkirina astê

Di warê pîşeyên ne girêdayî birêkûpêkiyê de, ji bo li Swîsreyê kar bikin, pêdivî bi fermîkirina dîplome yan bawernameyan tine ye. Ji bo van pîşeyan dikare erêkirina astê (Niveaubestätigung) were xwestin. Ev jî nirxê ciyê dîplomeya biyanî ya di nav sazûmana perwerdeyiya Swîsreyê de nîşan dike. Erêkirin dikare di dema lêgerîna ciyê kar de alîkariyê bide. Ciyê Têkiliyên Netewî ya ji bo Naskirina Dîplomeyan an jî Şêwirmendiya Pîşe, Xwendin û Kariyerê (Berufs-, Studien- und Laufbahnberatung) agahiyên ji bo erêkirina astê par ve dikin.

Dubarekirina xwendina pîşeyî

Kesên mezin ên xwedîtecrubeya pîşeyî lê bê dîplomayek an bawernameyeke hatiye fermîkirin, dikarin li Swîsreyê xwendinekeperwerdeya bingehîn a pîşeyî yan jî perwerdeya pîşeyî ya bilind cardin bistînin. Pêvajo girêdayî xwendina berê hatiye kirin, tecrubeya pîşeyî û temen e. Di her rewşê de asteke baş a zanîna almanî şertekî bingehîn e (Asta B1/B2 li gorî GER). Kesên bixwazin dikarin li ba Şêwirmendiya Pîşe, Xwendin û Kariyerê (Berufs-, Studien- und Laufbahnberatung) bê pere agahî û şêwirmendiyê bistînin. Kî perwerdeyeke pîşeyî cardin bidest bixe, şansê xwe yê di bazara kar û têketina perwerdeyên piştretir de çêtir dike.