Derfetên integrasyonê

Hûn dikarin xwe li xwendegehê, li perwerdeyê û li ser kar baş integre bikin. Lê dibe ku hîn karê we tine be û we dest bi perwerdeyê nekiribe. Û hûn naçin xwendegehê jî. Wê demê hûn dikarin gelek derfetên integrasyonê bi kar bînin.

Derfetên taybetî

Ji bo mirovên nû bar kirine, hatine Baselê, gelek derfetên taybetî hene. Wek mînak komikên axavtinê, derfetên ji bo dema vala, civîn, kombûn an jî kursan. Derfet alîkariyê didin we, ku hûn karibin bi cî bibin û mirovan nas bikin. Ciyê şêwirmendiyê "GGG Migration" we agahdar dike, bê çi derfet hene.

Kanton û şaredarî ji bo bixêrhatinê li nişteciyan bikin, çalakiyan li dar dixin. Li van deran agahiyên girîng didin we û hûn dikarin bibin xwediyê nêrîneke destpêkîn.

Komele

Gelek Swîsreyî endama, endamê komeleyekê ne (Verein). Komeleyên baldariyên cihêreng hene, wek mînak komeleyên werzişî yan komeleyên çandî. Gava hûn beşdarî komeleyekê bibin, hûn dikarin mirovên din nas bikin. Piraniya komeleyan ji hemû kesan re vekirî ne.

Rêxistiniyên koçberiyê

Komeleyên koçberan jî hene. Endamên komeleyan bi piranî bi heman zimanî dipeyivin, ew ji heman welatî tên û girêdayî heman olê ne. Komeleyên wiha bi piranî derfetan pêşkêşî mirovên nû hatine Swîsreyê yan kantona Basel-Stadt dikin. Ew dikarin di riya integrasyonê de alîkariya we bikin.

Derfetên ji bo ciwanan

Ciwan dikarin di dema xwe ya vala de gelek derfetên hevnasîna hevtemenên xwe bi kar bînin. Ew dikarin projeyekê bi hev re çêkin û nêrînên xwe pêşniyar bikin. Kesên pispor jî şêwirmendî û destekê didin ciwanan (Jugendarbeit). Ev derfet bi gelemperî belaş in.

Ciyên hevdîtinê yên li taxê

Ciyên hevdîtinê yên li taxê (Quartiertreffpunkte) ji bo hemû mirovan vekirî ne. Ew ji bo malbat, ji bo kalûpîr û mirovên hîn hindik bi almanî dizanin derfetan pêşkêş dikin. Hinek ciyên hevdîtinê navendên malbatan in. Li van deran hevdîtina vekirî ya ji bo dayik û bavên bi zarokên xwe re tên heye. Ciyên hevdîtinê yên li taxê di jiyana rojane de şêwirmendî û alîkariyê didin we. Hûn dikarin li ciyên hevdîtinê yên taxê ji bo şahiyên malbatî û pîrozbahiyên din odeyan kirê bikin.