Xwendegeha mecbûrî

Li xwendegehên mecbûrî zarok xwendina bingehîn dibînin. Piştre ew dikarin perwerdeyên din bi dawî bînin. Xwendegehên dewletê belaş in.

Qeydkirina zarokê

Ji birêvebirina xwendegehên dewletê şaredarî yan jî kanton berpirsyar in.

Zarokên xwe li vê derê bidin qeydkirin:

Qeydkirina ji bo baxçeyê zarokan an jî xwendegeha seretayî

  • Ji bo zarokên li Basel-Stadtê: Xwendegehên gel ên Basel-Stadtê
  • Ji bo zarokên li Riehenê: Xwendegeha şaredariya Riehenê
  • Ji bo zarokên li Bettingenê: Xwendegeha şaredariya Bettingenê

Qeydkirina ji bo xwendegeha navîn:

  • Xwendegehên gel ên Basel-Stadtê

Astên xwendegehê

Sê astên xwendegeha pêwîst hene. Ast li ser hev tên lêkirin.

  • Bexçeyê zarokan (Kindergarten) 2 salan didome.
  • Xwendegeha seretayî. (Primarschule) 6 salan didome. Pêdiviya zaroka we bi alîkariya taybetî heye yan jêhatiniyên xwe yên taybetî hene? Wê demê alîkariya li gorî wê/wî li vir tê dayîn.
  • Asta jorîn (Sekundarstufe I) 3 salan didome. Li asta jorîn sê cureyên xwendegehê hene (A-Zug, E-Zug, P-Zug) Zehmetiyên cureyên xwendegehê cihêreng in.
  • Almanî ne zimanê dayikê yê zaroka we ye? Wê demê ew di her sê astan de jî alîkariya taybetî distîne.

Hîndekariya Ziman û Çanda Welêt (ZÇW - HSK)

Zarokên we dikarin li kêleka xwendegeha pêwîst biçin kursên ziman û çanda welêt (Heimatliche Sprache und Kultur, HSK) Zarok zimanê welatê jê hatine hîn dibin. Wê demê, ew dikarin ziman çêtir fêhm bikin, biaxivin, bixwînin û binivîsin. Û ew hinek tişt li ser dîrok, erdnîgarî, cejn û kevneşopiyên ji welatê xwe hîn dibin. Em tevlêbûna kursan pêşniyar dikin. Kurs bi dildarî ne û bi piranî, divê hinek pere were dayîn.

Xwendegeha dewletê /xwendegeha taybetî

Xwendegehên dewletê belaş in. Keç û kur bi hev re tev li perwerdeyê dibin. Hîndekarî ji aliyê olî (mezhebî) ve bêalî ne. Piraniya zarok û ciwanan (ji sedî 95) di dema xwendina mecbûrî de diçin xwendegeheke dewletê. Lê xwendegehên taybetî jî hene. Gava hûn zaroka xwe bişînin xwendegeheke taybetî, divê hûn bi xwe lêçûna xwendegehê bidin.

Maf û berpirsyariyên dêûbavan

Divê xwendegeh we agahdar bike, bê zaroka we li xwendegehê çi dike û ew li xwendegehê çendî baş e. Ji ber vê yekê bi we û bi mamoste re axavtin tên kirin. Ji bilî vê êvarên civîna dêûbavan, yên mamoste li polê agahiyê didin hemû dayik û bavan, hene. Û çalakiyên bi agahiyên li ser xwendegehê, hene. Gava zaroka we diçe xwendegehê, divê hûn tev li van civîn û çalakiyan bibin. Hûn ji hatina zaroka xwe ya bi awayekî rêkûpêk a xwendegehê jî berpirsyar in.

Dibe ku zaroka we carekê wek mînak ji ber nexweşiyê, nikaribe were xwendegehê. Wê demê, divê hûn xwendegehê agahdar bikin. Divê hûn li ser rawestin, ku zaroka we karê xwe yê malê jî çêke. Hûn dikarin alîkariya zaroka xwe bikin. Wek mînak, hûn dikarin bipirsin, bê wê/wî li xwendegehê çi kiriye. Û hûn dikarin bi awayekî rêkûpêk li karê malê binêrin. Bi vê yekê hûn nîşan didin, ku bala we li ser e.

Gava hûn sazûmana perwerdeyê ya Swîsreyê hîn baş nas nakin, hûn dikarin di çalakiyekê de xwe li ser vê yekê agahdar bikin. Ji bo mirovên nû hatine Swîsreyê çalakiyên agahdarkirinê yên taybet hene. Ji ber vê yekê ev çalakî carina bi zimanên din ên derveyî almanî jî çêdibin.

Pirs / Alîkarî

Gava pirsên we yên li ser xwendegehê hebin, divê hûn destpêkê bi mamoste re biaxivin. Gava pêdiviya we bi alîkariyê hebe, mamoste ji bo we jî li wir e. Dibe ku mamoste hest pê dike, pêdiviya zaroka we bi hin tiştan heye. Yan jî pirseke mamoste li ser zaroka we heye. Wê demê ewê destpêkê bi we re biaxive. Xebata bi hev re ya mamoste û dêûbavan pir girîng e.

Dibe ku pirsgirêkên derûnî (nefsî) û civakî yên zaroka we hebin. Xizmeta derûnî ya xwendegehê (Schulpsychologischer Dienst) alîkariya we û zaroka we dike. Ev alîkarî belaş e.