Gihiştina hev a endamên malbatê

Gava hûn li Swîsreyê dijîn, kesên ji malbata we jî dikarin werin Swîsreyê. Ji bo wê, divê şertûmercên diyar werin cî. Hûn dixwazin xizim an nas werin serdana we li Swîsreyê. Wê demê, divê hûn carinan daxwaza vizeyeke hatinê bikin. Ev yek girêdayî welatê mêvanê we jê tê ye.

Gihiştina hev a endamên malbatê

Gava hûn li vir dijîn, dibe ku xizmên we yên yekser an hevjîna we, hevjînê we were Swîsreyê (Gihiştina hev a endamên malbatê - Familiennachzug) Hûn dikarin ji bo kîjan endamên malbata xwe daxwaznameyekê bidin? Ev yek girêdayî, bê hûn hemwelatiyê ku derê ne û kîjan awayê mafê destûra we ya mayînê heye. Dibe ku malbata we jî bi pey we re karibe were, ger hûn tenê bi demborî hatibin qebûlkirin û nasnameyeke we ya F hebe.

Saziya Koçberiyê (Migrationsamt) biryarê dide, bê malbata we dikare were. Saziya Koçberiyê agahiyê dide we, bê divê hûn çi bikin û pêdiviya we bi kîjan belgeyan heye.

Baldar bin:
Divê hûn daxwaza gihiştina hev a endamên malbata xwe di demeke diyar de pêşkêş bikin. Dema wê ji bo zarokan kintir e, ji ya ji bo kesên mezin, wek mînak ji bo hevjîna we, hevjînê we.

Amadekariya zewacê

Hûn li Swîsreyê rûdinin û dixwazin ji derveyî welêt bi kesekê re, bi kesekî re bizewicin? Wê demê, hûn dikarin ji bo hatina wê/wî destûrê bixwazin, ji bo hûn karibin amadekariya zewacê bikin (Vorbereitung der Heirat). Bi vê riyê hevjîna we, hevjînê we dikare berî zewacê were Swîsreyê û hûn dikarin li vê derê bizweicin.

Saziya Koçberiyê (Migrationsamt) biryarê dide, bê hevjîna we, hevjînê we dikare were. Sazî we agahdar dike, bê divê hûn çi bikin û pêdiviya we bi kîjan belgeyan heye.

Vîzeya hatinê

Xizim an nasên we yên ji welatê we dixwazin werin serdana we li Swîsreyê? Wê demê pêdiviya wan bi vîzeyeke hatina Swîsreyê heye. Bi piranî bidestxistina vîzeyekê ne wisa hêsan e. Carinan, divê mêvanên we nameyeke vexwandinê ya we nivîsiye, pêşkêş bikin. An jî, divê mêvanên we bawerîdar bikin, ku ew dikarin lêçûnên xwe bi xwe bidin (Ravekirina hilgirtina berpirsyariyê - Verpflichtungserklärung).

Konsolxaneya Swîsreyê ya li derveyî welêt biryarê dide, bê ew kes vîzeyê bistînin. Konsolxane agahiyan dide, bê divê mêvanên we çi bikin û pêdiviya wan bi kîjan belgeyan heye. Hûn dikarin li ba saziya koçberiyê (Migrationsamt) jî agahiyan bistînin.