Perwerdeya pîşeyî / Xwendegehên navîn

Piştî xwendegeha mecbûrî piraniya ciwanan xwendina pîşeyî dikin. Gava hûn dixwazin li xwendegeheke bilind bixwînin, pêdiviya we bi matûrayê heye. Hûn dikarin matûrayê li xwendegeheke navîn bikin. Hûn dikarin matûrayê di dema xwendina xwe ya pîşeyî de jî bikin.

Wateya bidawîanîna xwendinê

Perwerdeyeke baş a xwendinê û bidestxistina pîşeyekî baş li Swîsreyê pir girîng e. Bi xebateke baş a li xwendegehê piştre şansê we yê bidestxistina pîşeyî zêdetir dibe. Piştî xwendegeha mecbûrî derfetên we yên cihêreng ên hûn xwe ji bo jiyana pîşeyî amade bikin, hene (Sekundarstufe II). Hûnê bi xwendineke wirdetir karibin bi hêsanî ciyekî baş bidest bixin.

Pirsên we yên li ser bidawîkirin û domandina xwendinê hene? Şêwirmendiya pîşeyî, ya xwendinê û ya kariyerê (Berufs-, Studien- und Laufbahnberatung) bi ciwan û dêûbavan re dide û distîne. Şêwirmendî belaş e.

Xwendina bingehîn a pîşeyî

Piraniya ciwanan piştî xwendegeha mecbûrî xwendineke bingehîn a pîşeyî dikin (xwendina pîşeyî, Berufslehre) Di xwendineke pîşeyî de, hûn li ciyekî kar dikin. Hûn li wê derê hînî jêhatiniyên pratîkî yên ji bo pîşeyê we ji we re lazim in, dibin. Hûn pê re diçin xwendegeha pîşeyî. Hûn dikarin ji bo zêdetirî 250 pîşeyî xwendineke pîşeyî bikin. Xwendineke pîşeyî ji 2 heta 4 salan didome. Divê hûn di her du salên dawî de, bi xwe li ciyekî hînbûna kar li ba fîrmayekê bigerin. Xwendegeh ji bo vê yekê alîkariya we dike. Lê belê, divê dêûbavê we jî hevkarî û alîkariyê bikin. Li ba şêwirmendiya pîşe, xwendin û kariyerê (Berufs-, Studien- und Laufbahnberatung) gelek derfetên cihêreng û şêwirmendiyê ji bo ciwanan hene. Şêwirmendî belaş e. Hûn dikarin di dema xwendina xwe ya pîşeyî de yan piştî wê matûrayeke pîşeyî jî bikin (Berufsmaturität) Bi vê yekê, hûn dikarin li xwendegeheke bilind a beşeke teknîkî/hunerî bixwînin.

Xwendegehên navîn

Xwendegehên navîn (Mittelschulen) mirovan ji bo xwendina li zanîngehekê yan li xwendegeheke bilind a beşeke teknîkî (Fachhochschule) amade dikin. Li xwendegeha navîn xwendekar perwerdeyeke berfireh a giştî dibînin.

Gelek cureyên xwendegehên navîn hene:

  • Xwendegehên navîn ên bi lîseya matûrayî: Hûn dikarin piştre li zanîngehekê xwendina xwe bidomînin. Hûn dikarin li xwendegeheke bilind a beşên teknîkî jî bixwînin
  • Xwendegehên navîn ên bi matûraya beşên teknîkî yan bi matûraya pîşeyî. Hûn dikarin piştre li xwendegeheke bilind a beşên teknîkî bixwînin. Dibe ku hûn karibin li zanîngehekê jî bixwînin. Lê ji bo vê yekê, divê hûn ezmûnekê derbas bikin. Carina tiştên din jî ji mirov dixwazin.

Derfetên derbasekê

Hûn di temenê navbera 18 heta 25 salî de ne û hûn hema piştî dema xwendegeha mecbûrî hatine kantona Basel-Stadtê. Wê demê dibe ku hûn karibin tev li derfeteke Navenda ji bo derfetên derbasekê, bibin (Brückenangebote, ZBA) Li wê derê, ji bo hûn destpêkirineke baş a jiyana kar bikin, derfet hene. Ev derfetên derbasekê alîkariya we dikin, ku hûn ciyekî pratîkê yan ciyekî hînbûna kar bibînin. Bala we dikişîne? Wê demê serî li Navenda ji bo derfetên derbasekê bidin (Zentrum für Brückenangebote).