Mafê mayînê (mafê rûniştinê)

Xwestina şêwirmendiya rû bi rû girîng e. Axavtineke bi saziya alîkariya qurbaniyan (Opferhilfe) re ti carî nabe sedema jidestçûna mafê mayînê. Axavtin bawerîdar e. Alîkariya qurbaniyan agahiyê nade ti kesî.

Mafê mayînê, di rewşa cihêbûna ji ber zordariya navmalê de

Ger kesek bi riya zewacê li Swîsreyê bi cî bûbe û lê belê li rastî zordariya navmalê were, ew li gor rewşê, piştî cihêbûnê jî dikare li Swîsreyê bimîne. Her rewşek cuda ye. Ji ber vê yekê xwestina şêwirmendiyê girîng e.

Saziya alîkariya qurbaniyan (Opferhilfe) dikare alîkariyê bike: Keseke pispor/kesekî pispor rewşa zagonî ya heye vedibêje û alîkariya kesên têkildar di gavên wan ên pêş de dike. Şêwirmendî belaş û bawerîdar e. Derfeta wergeriyê jî heye.

Belgekirina zordariyê

Hebûna delîlên zordariyê girîng e. Wek mînak: Wêneyên birîndariyê, qeyda geflêxwarin an destdirêjiya devkî (tacîza bi gotinan) ya li ser ekranê WhatsApp an facebookê û hwv. Divê delîl li ciyekî saxlem werin parastin. Wek mînak, li ba keseke ji derdora xwe ya hevalan yan li ciyê kar û xebatê.

Her wiha baş e, ku hin kesên ji derdorê jî li ser zordariyê agahdar bin. Wek mînak, kesek ji nav nas û dostan, ji ciyê kar, ji nav cîranan an ji derdora xwendegehê.