Dêûbav bûn

Mezinkirina zarokekê ne hêsan e. Dibe ku hûn carinan ji xwe dipirsin, bê ka ji bo zarokê çi baş e. Axavtina bi malbatên din re dikare pir alîkar be. Wekî din, gelek ciyên şêwirmendiyê dikarin alîkariya we bikin.

Warên hevdîtinê

Ji bo dayik û bavan gelek derfet hene. Hûn dikarin bi dayik û bavên din re biaxivin an bi zarokên xwe re bi hev re dema xwe derbas bikin.

  • Komên pitikan (Krabbelgruppen) ji bo pitik û zarokên biçûk ên heta 2 salî ne. Hûn dikarin li vir dayik û bavên din nas bikin.
  • Jîmnastîka dêûbav û zarokan (MuKi-Turnen, VaKi-Turnen an jî ElKi-Turnen) ji bo dêûbavên tevî zarokên biçûk in. Hûn dikarin bi hev re bilîzin, bilivin û dilxweş bibin. Piraniya şaredariyan derfetên wiha yên jîmnastîkê (Turnen) pêşkêş dikin.
  • Warên hevdîtina li taxê (Quartiertreffpunkte) ji bo dêûbav û zarokan gelek derfetan pêşkêş dikin.
  • Pirtûkxane û pirtûkgehên lîstokan derfetan didin pêş zarokên biçûk û yên mezin û dayik û bavên wan.

Perwerdehiya dêûbavan

Li Basel-Stadt kursên ji bo dêûbavan ên li ser gelek mijarên cihêreng hene. Ji bo koçberan kursên taybetî jî hene. Wek mînak kursên li ser sazûmana perwerdehiya Swîsreyê hene. Hinek kursên bi zimanên din jî hene.

Şêwirmendiya perwerdehiyê

Gava pirsên we yên ji bo perwerdeya zarokên we hebin, gelek ciyên şêwirmendiyê alîkariya we dikin.

Wek mînak, gava pitikên we û zarokên we yên heta 5 salî hebin, hûn dikarin biçin ba şêwirmendiya dêûbavan (Elternberatung).

Ger pirsên we yên lezgîn hebin telefonî xeta lezgîn a ji bo dêûbavan (Elternnotruf) bikin. Li vê derê mirovên pisporên beşê wê şêwirmendiya we bikin. Gava hûn telefonê bidin, lêçûna we wê wek lêçûna telefona malê be. Jimara telefonê ev e: 0848 35 45 55. An jî hûn dikarin e-mailekê bişînin. Hûn dikarin navnîşanan li ser malpera www.elternnotruf.ch bibînin.