Alîkariya civakî / Alîkariya sosyalê

Alîkariya civakî piştgiriya mirovên ji bo debara xwe ya malê kêm pere bidest dixin û ji saziyên ewlekariya civakî alîkariya fînansî hindik distînin an qet nastînin, dike. Armanc ev e, ku mirov karibin careke din xwe bigihînin asta debara xwe bi xwe bikin. Ev ne sîgorteyek e, berûvajî alîkariyeke bi riya dewletê ye.

Alîkariya civakî / Alîkariya sosyalê

Alîkariya civakî (Sozialhilfe) alîkariya hemû mirovên li Swîsreyê yên hewcedarê stendina alîkariyê ne, dike. Ew lêçûnên herî kêm ên jiyanî dide. Ew li kêleka alîkariya fînansî xizmeta şêwirmendiyê jî dide. Armanc ev e, ku mirov qasî derfet hebe, bi lez dîsa di warê aborî de li ser lingên xwe rawestin. Gava kesek alîkariyeke din a diravî ya têrî debara jiyana xwe ji ciyekî bistîne -wek mînak pereyê bêkariyê , tibaba teqawîdiyê, mûçe yan alîkariya ji xizman were û gava ji qûtê nemirî zêdetir hatineya diravî hebe, alîkariya civakî piştgiriyê nade mirov. Alîkariya civakî bi riya kesên bacê didin tê fînansekirin.

Serlêdana alîkariya civakî

Kesên dixwazin serlêdana alîkariya civakî bikin, divê serî li Saziya Xizmeta Civakî (Sozialdienst) ya şaredariya lê rûdinin, bikin. Divê mirov li wê derê hatineya xwe ya diravî û maldariya xwe bi awayekî eşkere diyar bike. Piştre wê lêpirsîna daxwazê were destpêkirin. Rayedar çiqasbûna alîkariyê û awayê alîkariyê bi awayekî kesane tespît dikin. Kesên daneyên ne rast bidin an hin tiştan veşêrin ew cezakirinê heq dikin. Saziya xizmeta civakî dikare hin şertan deyne û tevgerîna li gor wan daxwaz bike. Gava mirov li gor wan şertan tev negere, ew dikare xizmetên dide kêm bike. Tevlêbûna axavtinên şêwirmendiyê pêwîst e. Mirov bi xwe berpirsyar e, ku ji bo rewşa xwe ya hewcedariyê derbas bike, çi ji dest were, bike.