Lênêrîna bijîjkî

Kî nexweş bikeve yan qezeyekê derbas bike, divê ew di piraniya rewşan de destpêkê biçe ba bijîjka malê/bijîjkê malê. Mirov dikare ji bo nexweşiyên sivik an qezeyên biçûk ji dermanxaneyan jî alîkariyê bistîne. Divê mirov tenê di rewşên bi rastî giran û lezgîn de, rasterast biçe nexweşxaneyê.

Dermanxane

Dermanxane dermanên ji aliyê bijîjkan ve bi reçeteyê hatine nivîsîn û hemû dermanên din difiroşin. Ji bo nexweşiyeke sivik, tê pêşniyarkirin, ku mirov destpêkê biçe dermanxaneyekê. Kesên dermanfiroş baş hatine perwerdekirin û şêwirmendiyê ji muşteriyên xwe re dikin. Dermanxaneya rewşa lezgîn a li kolana Petersgraben 3, bi şev û dawiya hefteyê jî vekirî ye û mirov dikare li wê derê dermanên rewşa lezgîn peyde bike.

Bijîjkên malê /Bijîjkên zarokan

Li Swîsreyê bijîjkekî malê yan bijîjkeke malê (Hausarzt oder Hausärztin) yê gelek kesan heye. Ev bijîjk çîroka nexweşiya we dinasin û di rewşên dermankirinê de ciyê yekem ên serlêdanê ne. Ji bo zarokan bijîjkên zarokan hene. Gava pêwîst be, ew nexweşan dişînin bijîjkên pisporên beşa xwe yan jî nexweşxaneyê. Divê mirov rasterast tenê di rewşên giran ên lezgîn de biçe nexweşxaneyê. Ji bo hemû rewşên din ên lezgîn ji bo saetên derveyî demên vekirîbûna mûayenexaneyan, Navendên Banga Lezgîn ên Bijîjkiyê (Medizinische Notrufzentrale, MNZ) hene. Mirov dikare roj 24 saetan bi riya jimara telefona 061 261 15 15 xwe bigihîne vê derê. Ji bo zarok û ciwanan derveyî saetên vekirîbûna mûayenexaneyên bijîjkên zarokan Medgate Kids Line ya bi jimara telefona nebelaş 0900 11 44 11 heye.

Bijîjkên diranan

Bi gelemperî, divê hûn bi xwe mesrefên tedawiya diranan bidin. Lê derfeta çêkirina sîgorteyeke alîkar a mesrefên tedawiya diranan bigire ser xwe, heye. Ji bo zarokên diçin xwendegehê salê carekê mafê wan ê sehkirina diranan a belaş heye. Xwendegeh agahiyên li ser vê par ve dike.

Nexweşxane / Ciyên rewşa lezgîn

Gava kesek divê biçe nexweşxaneyê (Spital), di piraniya rewşan de, ew ji aliyê bijîjkekê/bijîjkekî ve tê agahdarkirin. Rewşên lezgîn ên giran ên divê mirov rasterast biçe ciyên rewşa lezgîn ên nexweşxaneyan derveyî vê ne. Ger rewş xetereya jiyanî nîşan dide yan divê nexweş were hilgirtin, divê mirov telefonî jimara 144 a rewşa lezgîn bike. Ji rewşên lezgîn ên zêde ne giran, bijîjkên malê berpirsyar in.

Lênêrîna li malê

Kesên nexweş an hewceyî lênêrînê yên pêdiviya wan bi alîkariya li malê heye, dikarin xizmeta derveyî nexweşxaneyan a lênêrîna nexweşan (Spitex) bixwazin. Kesên pisporên beşa xwe ji bo li wan binêrin an di karûbarê navmalê de alîkariya wan bikin, diçin malên hewcedaran. Ev derfet ji bo kesên ji ber nexweşiyê, qezeyê, kalûpîriyê, nerehetiyên ducaniyê an jî di dema zayînê de hewceyî alîkariyê ne, heye. Sîgorteya bingehîn (Grundversicherung) qismek ji mesrefan digire ser xwe. Li kêleka Spitex Baselê gelek xizmetgehên Spitexê yên taybetî hene.